MEXMÛR – Komkujiya hewêrê di 16’ê Gulana 1997’an ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve hat kirin. Heta niha jî gorên şehîdên komkujiyê nayên zanîn bê li kuderê ne. Bi bûneya 23’emîn salvegera komkujiya Hewlêrê, ji aliyê gelê Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî a (Mexmûr) bi Meşekê girseyî hat şermezar kirin.
Meş li ber Saziya Malbatên Şehîdan ve hat destpê kirin û heta cihê ku sê jinên wargehê di 15’ê Nîsana 2020’an de ji aliyê balafirên bê mirov yên dewleta Tirk a dagirker ve hatibûn şehîd kirin meşiyan. Dayikên wargehê ji bo bi bîranîna wan gûl danîn cihê wan.
Piştê gûl danînê deqeyek rêz girtin ji bo tevahî cangoriyên azadiyê hate girtin. Piştre li ser navê malbatên windahiyên komkujiya Hewlêrê Leyla Arzû Îlhan axivî.
Îlhan di despêkêka axaftina xwe de her sê jinên şehîd yên berîvan û şehîdên komkujiya Hewlêr bi bîr anî û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Êrîşên ku niha li ser gelê wargehê, her çar parçeyê Kurdistanê û Zînê Wertê tê kirin berdewamiya komkujiya sala 1997’ane . Encamên heman siyaseta qir kirina dewleta Tirk û heman hevkariya PDK’ê ya îxanet wariya ku bi dagirkerên gelê Kurd re ne. Ji bo vê yekê îro jî me car din, berî niha 23 salan çawa birînên gelên Kurd hatin kolandin, çawa îxanetê birinekê kur di dilê gelê Kurd de vekir, îro jî carek din dixwazin vê birînê dûbare bikin.”
Leyla di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser êrîşên ku li ser Mexmûr tên meşandin û da zanîn ku ev êrîşên ser Mexmûr û îxanetên tên kirin ji îxaneta sala 1997’an ne dûrin û wiha ber dewam kir: “Heta niha gelê Kurd bi berxwedana xwe hatiye nas kirin. Gelê Kurd îro ji nahêle dagirkerî ser bikeve. Dagirkerî niha êrîşê nirxê gelê Kurd dike, dewleta Tirk bi destê PDK’ê êrîşê li ser hemû nirxê me dike. Li Bakurê Kurdistanê nirxên me yên herî pîroz, gorên şehîdên me xirab dikin. Li Başurê Kurdistanê axa ku bi xwînê hatibû rizgar kirin niha pêşkêşî dewleta Tirk tên kirin.”
Herî dawî Leyla Arzû Îlhan bal kişand li ser meşa ciwanên Başûrê Kurdistanê ya ku îro ji bo Zînî Wertê hate kirin û wiha got: “Îro jî ciwanên ku ji bo li hember dagirkeriyê sekinin ber bi Zînî Wertê ve meşiyan, ji aliyê PDK’ê ve rêya wan hate girtin û gelik kes hatine binçav kirin. Ev jî beşek ya dagirkeriyê ye. Ji bo ku em van dagirker û xwînmijan vala derbixin, pêwîste hemû hêzên Kurd li hember dagirkeriyê bibin yek.”
Piştî axaftina Leyla Arzû Îlhan, bi dûrişmeyên ‘ bimre îxanet, bijî Serok Apo û bijî berxwedana gelê Kurd’ bi dawî bû.