NAVENDA NÛÇEYAN – Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku wan di mabêna 17-18’ê Gulanê de gelek çalakî kirin.
Di daxuyaniyê de ya ku li ser navê Însiyatîfê hatî kirin, wiha hate gotin:
”17.05.2020’an li taxa Inkilabê ya Îzmîrê cihê gihandina giştî ya Îzbanê hatiye şewitandin. Çend saetan seferên trênê sekinîne.
18.05.2020’an li navçeya Serîk ya Antalyayê li ser rêya navendî ya turîzmê ya Belenê depoyeke atolyaya mobilyeyan hatiye şewitandin. Depo û kamyonên di depoyê de bûne xwelî.
18.05.2020’an li herêma organîze ya sinayî ya Kocaelî-Şekerpinarê restûranteke ku malbatên polîs û leşkeran çûnûhatina wan lê zêde ye, hatiye şewitandin. Bi agirê me yê tolhildanê restûrant bûye xwelî.
18.05.2020’an li herêma sinayî ya EMKO’yê ya Eskîşehîrê fabrîka û depo bi temamî şewitîne, yên mayî jî tîma agirkuj dema xwestî şewatê bitefîne hatiye xwarê û bi temamî bûye xwelî. Li cihê fabrîkaya destekvana AKP’ê xwelî û tiraf mane.”
Însiyatîfa Zarokên Agir bang kir ku ziyanê bidin alîgirên AKP-MHP’ê û tol ji faşîstên Tirk were hilanîn.