NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneya Tolhildanê ya Şehî Zeryand a YPS’ê di daxuyaniyê de wiha got:
”17’ê Gulanê derengiya şevê li taxa Karagozler a navçeya Fetihiye ya Mûglayê li tersaneyekê li dijî kelekeke lûks a 14 metro dirêj a hevkarekî AKP-MHP’ê çalakiya sabotajê hate kirin. Di çalakiyê de keleke lûks a hevkarê rejîma faşîst bi temamî hate rûxandin.
18’ê Gulanê siberê li navçeya Seydîkemer a Mûglayê zeviya gênim a 4 donimî ku ya şexsekî faşîst ê AKP’ê bû hatiye şewitandin, endamên me ev kirine bersiva şewitandina zeviyên gênim ên bi destê çeteyên DAÎŞ’ê yên AKP-MHP’ê.
Endamên me 16’ê Gulanê nîvrokî li ser rêya Denizlî-Izmîrê li dijî stesyoneke benzînê ya şexsekî faşîst çalakiya sabotajê kirin. Di encama çalakiyê de beşa kafetaryayê ya stesyonê bi temamî şewitiye û stesyon ketiye rewşeke wiha ku nema dikare were bikaranîn.”
YPS’ê her wiha di daxuyaniya xwe de diyar kir li dijî zilm û zordarî, darbeya dewleta Tirk a faşîst a li Kurdistanê ew ê li metropolên Tirkiyê bi derbên ku li wan bixin bersviê bidin, dengê xwe li sîxûr û nokeran kir li dijî her êrîşa wan a li ser Kurdan û têkoşîna azzadiyê ew ê çalakiyan li dijî wan bikin.