STENBOL – Polîsan êrîş bire ser rêxistinên ciwanan ên ku di xwestin Îbrahîm Kaypakkaya yê pêşengê Şoreşa 68’an jî di nav de şehîdên Meha Gulanê li Kadikoyê bibîr bînin. Di êrîşê de ku bi şidet û lê danê 3 kes hatin destgîrkirin, polîsan li hevjîna Parlementera HDP’ê Dilşat Canbaz Kaya gefa destgîrkirinê lê kir.
Polîsan êrîş bire ser rêxistinên ciwanan ên ku dixwestin şehîdên meha Gulanê li pêşiya Operaya Sûreyya ya Kadikoyê bibîr bînin. Di navbera polîsên ku qedexeya derketina derve ya Walî hincet nîşanda û Parlementerê HDP’ê Dilşad Canbaz Kaya de gotûbêj derket. Rêxistinên ciwanan ên tevî astengiyan kombûn û dirûşim qîr kirin, polîsan êrîşî wan kirin û 3 kes bi lêdanê destgîrkirin. Kaya yê ku ev pêkanîna kêfî ya polîsan protesto kir, hevjîna wî ya rojnamevan jî bi destgîrkirinê gef xwarin.