BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî mijarê ev agahî parve kiribû:
“25’ê Adarê saet di 12:30’î de hêzên me li herêma Heftanînê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Şêxmûs çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de ku derbên giran li çepereke dijmin a li ser gir hate xistin 4 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopterên bi tîpa Skorsky ji herêmê rakir. Piştre bi balafirên şer bombe li qadê barand.”