NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîsîk ku li ser malpera xwe ya fermî parve kiriye, ragihand ku Yekîneyên Antî-Terorê (YAT) di dîroka 16‘ê Gulanê sw operasyonek li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê li dar xist. QSD‘ê diyar kir ku bi operasyonê rê li ber êrişekê hate girtin.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
“Roja 17‘ê Gulanê li herêma Dêrazor li ser rêya Kesrata, ji aliyê Yekineyên Antî-Teror ve operasyonek taybet li hemberî şaneyekî sabotajê ya DAIŞ‘ê ku di nav amadekariyên êrişê de bûn, hat lidarxistin. Di encama vê operasyonê de çeteyên bi navê Mihemed Hemed EL- Selam (Ebû Brahîm El Xalaf), Evdilbakî Eqla El-Casim (Ebû Emîr) û Îbrahîm Hilû El Îbrahî (Ebû Xelîl) hatin girtin.
Her wiha di operasyonê de; 10 mayin, 1 motor (ji bo teqandinê amadekirî), 1 AK-47, 16 funye, 35 telefon, 27 destikê biçuk, 10 kilo TNT, 200 metre qablo, 2 dûrbîn, 1 seyareyek bombebarkirî û gelek amûrên sabotajê hatin desteserkirin. Seyareyê ku hat girtin ji bo êrişeke berfireh hatibû amadekirin. Bi vê operasyonê ve pêşiya vê êrişê hate girtin.
Li gorî îfadeyên serokê şanayê Ebû Îbrahîm; ew talîmatan ji çeteyek ku niha di Serêkaniyê de ye digirtin û amadekarî dikirin ku di cejna Remezanê de li gelek cihan bi çalakiyên sabotajê sivîlan hedef bigirin. “