BURSA – Birayê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasîsê Ocalan Mazlûm Dînç di navbeyna 27-29’ê de di rojeke guncan de ji bo biçine Imraliyê serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Ocalan Rezan Sarica Raziye Turgut, Ibrahîm Bîlmez û Serbay Koklu di navbeyna 27-29’ê Gulanê di rojeke guncan de ji bo miwekîlê xwe bibînin dîsa serî li Dozgeriyê dan.
Her wiha malbatên girtiyên din ên li Imraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî ji bo hevdîtinê bi rêya parêzeran serlêdan kirin.
Malbatan xwestin ku bi xizmên xwe re bi telefonê biaxivin.