MEXMÛR – Jina Ciwan a bi navê Mizgîn Endama Pirtûkxaneya Şehîd Reşîd Serdar, derbarê girîngiya xwendinê û Pirtûkxanê de nerîna xwe ji Ajansa me re parvekir. Mizgîn wiha diyar kir; “Karê sereke yê mirovatiyê bi giştî ev e Civaka ku tê de jiyan dikê pêşbixê”.
Li gorî we girîngiya xwendinê çiye û çima Ciwan di milê xwendinê de kêmasî jiyan dikin?
Yek jê girîngiya xwendinê ya herî zêde di demê ku em tê de jiyan dikin tê jiyan kirin pirsgirêkekî xwendinê ya herî mezin e ku di her cihî de asta wê pir kêm e, ev jî girêdayi hem serdema ku em tê de jiyan dikin wek sîstema sedema teknolojî tê bi nav kirin û hem jî girîngiya xwendinê nayê zanîn. Yanî xwendin wekî Çandek ya sereke divê mirov ji xwe re bigre û wisa dest bi xwendinê bike, ji ber ku Çandeke xwendinê ji piçûkahî û di Civaka ku em tê de jiyan dikin jî ne zêde belav bûye, ji ber wê lawazî tê jiyan kirin, girîngiya xwendinê nayê zanîn, hem jî feyideyên xwendinê di mirovan, di civakê û di kesayet de lawazî dide jiyan kirin.
Girîngiya xwendinê hem wekî Jineke Ciwan û hem jî wekî Civak girîngiyeke xwe ya mezin dike “Çawa ku Pirtûkek dikarê Mirovek û mirovek jî dikarê Civakekê biguhere” ev jî bi hev du ve girêdayin e, yanî girîngiya xwendinê bi qasî ku tê famkirin ku mirov dikare wekî Çandekê bike, mirov dikare ançex wisa lawaztiya xwe bide derbaskirin. Di serdemeke wisa girêdayi teknolojiyê de asta hêjayî xwendinê ye pêk bîne.
Divê têkiliyê Jinê bi xwendinê re çawa be?
Têkiliya Jinê bi xwendinê re bi awayekî giştî mirova dikare bêje di astekî kêm de ye, hem ji ber ku girîngiya xwendinê nayê zanîn û hem jî kesên ku dixwînin piraniya xwe ni zanin ji bo çi dixwînin, yanî têkiliya Jinê bi xwendinê re divê di astekî herî jor de be ji ber ku yê pêşengtiya wê Civakê dike Jinin, yê ku Civakê pêşdixin wê civakê bi awayekî zindîbûnê li ser linga bisekinînin Jinin, ji ber wê jî çiqas Jinek di xwe de guhertin û veguhertin bide avakirin, hem aliyê Zanistî, hem aliyê Xwezayi, çiqas zanistên di derbarê jiyanê de karibe kombike, guhertin û veguhertina di nava xwe de çêbike, wê ev yek bandorekê li ser Civakê jî bike. Bandoriyê li ser derdora xwe jî bike, û bi giştî jî têghiştina Jinê wisa derdikeve ji ber ku enerjiyeke jinê ya ku her tim tê guhertin û veguhertin heye û dema jin bi xwendinê re û bi zanistê bike yek wê afnîneriyên cuda, hem bi awayekî xwezayi vê berhemê ku bandoriyekî ser civakê hem milê baş û hem jî ji bo pêşxistina Civakê wê bibe alîkar, hem jî di pirtûkxaneyekê de wekî jinekî di xwe de lêpirsîn bide çêkirin di kîjan civakê de jiyan dike? Jiyana ku jiyan dike di nava civakê de çawaye? Bandoriyên ku li ser têne kirin? Ev hemû bi xwe lêpirsînê dest pêdike, lêpirsîn jî lêgerînên cuda dide te, hem bi wanê mijulkirin, hem jî pirtûk xwendin, hem nîqaşên cuda yên rojane ser jinê têne kirin, li ser zanistê tê kirin bi giştî ev hemû bi riya lêpirsînê têne çêkirin.
Dema mirovên zanistê xwendiye dizane kîjan jiyanê ji xwe hilbijêre, civaka ku tê de jiyan dike lêpirsîn bike? Pirtûkên cuda, Mirovên cuda, kesayetên cuda, civakên cuda bi awayekî rêbazê rast, mirov hunera civaka nasbike, hemû jiyanê bi çavê xwe bibînî û jiyan bike. Ama kesên di nava wê civakê de jiyan dikin, civaka xwe, êşa civaka xwe, zehmetiyên ku jin dikşînin, civakên jinên ku tê de tên perçiqandin, Şoreşa jinên di nava civakê de têne kirin, bi awayekî wêjeyi, çawa ku hemû nivîskar civakên xwe dinivîsînin, mirov dema dixwîne, mirov di vir de xwe lêpirsîn dike, hem civakên cuda, hem jiyana jinên cuda, hem jî wekî di aliyê zanistê de xwe pêşxistin, hem di aliyê Şoreşê de xwe pêşxistin, mirov van hemûyan nasdike, û naskirina wan hem xezîneta mêjî û hem jî nerînên te di derbara jiyana te de dihêle bê guhertin.
Di vir de ya herî zêde pêwîstî pê dîtin jî di milê pêşxistina Jinê ya ku bi xwendinê bûyina yeke, ji ber ku çiqas jinek bixwîne wê zanista xwe ya di derbarê jiyanê de û zanista cîhanî wê zêdetir bike.
Di Civakeke Şoreşger de rola Ciwan û Jinên Ciwan ên rewşenbîr divê çawa be?
Di civakên Şoreşger de herî zêde Şoreşa xwe bi pênûsa xwe dikin, piştî şoreşa Pênusê, Şoreşa çek tê, ji ber ku di civakek şoreşger de çiqas mirov dîroka xwe, jiyana xwe, wêjeya xwe derbasî pênûsê bikê, wê ev Şoreşekî mezin were xuya kirin. Di civakên Şoreşger de her tim pêşengê wê Şoreşê Ciwanin ji ber ku yê ku dînemîka civakê li ser linga bisekinîne, pêşxistina pê re çêke, fikrên nû bide avakirin, civakê her tim bixe nava tevgerê Ciwanin û di civakek Şoreşger de ji ber ku şoreşek tê bi rêvebirin, hem di milê siyasî de, hem di milê hûnerî de, hem di milê wêjeyi de. Mirov dikare herî zêde şoreşa xwe bi awayekî hêz û lez bi Ciwanan dest pêbike, hem di milê wêjeyi de, hem di milê pêşxxistina şoreşê de, mirov dikare bi pênûsa xwe jî şoreşek nû bide çêkirin.
Şoreş bi serê xwe rêbazek ji bo tiştek ne qebûlkirine, li hember wê sekinîne, jiyana ku li ser tê ferzkirin ne qebulkirine ev jî di milê jinê de mirov dikare bigre dest meselen, rolên jin ê di civakên Şoreşgerî de herî zêde xwe perwerdekirin e, ji ber ku di nava şoreşê de tişta herî zêde pêwîst ji mirov re perxwedeye, jin hîn xwe pêşbixin, xwe bi şoreş re bikin yek, ji ber ku xwe perwerdekirina jinê, xwe perwerdekirina civakê tîne, xwe perwerdekirina jinê, xwe perwerdekirina malbatekê ye.
Bangewaziya we herî dawî ji bo Jinên Ciwan çiye?
Ji bo tevahî jinên Ciwan, jinên ku xwe di her milî de berpirsiyar dibînin, yên ku dixwazin tiştekî nû bi afirînin ev çiqas jiyan astangdar jî be bi hemû şêwazê xwe, mirov dikare rêbazekî zêde ji bo jiyan kirin ê bîne, ev herî zêde jin dikare bîne, jin dikare xwe di her milî de pêş bixe, di hink milan de xwe astangdar nebîne, dikarê bi hêzê xwe bi fikrê xwe bi xwendinê xwe mijul bike, zanistê mijul bike. Tişta herî zêde bangewaziya min bûyina kesayet bûyina xweye, ji ber ku jina xwe lêpirsînekê, civaka xwe lêpirsînekê û fikrê xwe nexê pratîkê, xebat nekê wê her tim ji jiyaneke yekî din xizmet bike. Herî zêde jin xwepêşbixin di aliyê zanistê de, aliyê hunerî de wê demê dikare ji bo civaka xwe bibe sembolîk. Herî zêde jinekî divê bi xwendinê re mijulbibe karê yekemîn ê jinê çawa bûyina xweye û yê duyemîn jî ji bo zanist û pêşketinekî bide civaka xwe, ew e yanî karê sereke yê mirovatiyê bi giştî ev e Civaka ku tê de jiyan dikê pêşbixê.