QAMİŞLO – Bi boneya cejna Remezanê, gel yekser berê xwe dane goristanên cangoriyên azadiyê serdana cangoriyên azadiyê kirin.
Li goristanê, gel ji aliyê Şervan û Fermandarên QSD’ê û Meclisên Malbatên Şehîdan ve hatin pêşwazîkirin. Li goristanê, gel cejna hevdû pîroz kir û gul li ser gorên şehîdan danîn û fatihe xwendin. Her wiha şiranî jî li hev du belav kirin.
Dayika bi navê Şêhnaz Emîn Hesan di derbarê serdana wan a goristana Şehîd Delîl Sarûxan ya Qamişlo de nerînên xwe ji Ajansa me re parvekir û wiha got; “Di serî de li hemû malbatê Şehîdan, Dayik û bavê Şehîdan vê cejinê li wan pîroz dikim, îro bi saya keda Şehîdan hebûna me hatiye xuyanîkirin, bi rêk û pêkê Şehîdan îro li hemû cîhanê beden hatiye dayin, îro li her çar parçê Kurdistan li ser goristanên Şehîdan hemû gel gihiştiye hev. Lê bila dijmin xweş zanibe em ji vê riyê venagerin û em ê li pey şopa wan û Rêber Apo bin. Vê roja pîroz ji vir heya bi Zindana Îmralî em silavê germ bi navê dayikên Şehîdan em dişînin ji Rêber Apo re, û cardin em silavên germ dişînin ji hundirê Zindanên her çar parçê Kurdistanê re, em dibêjin di vê roja pîroz de em berxwedana wana pîroz dikin”.
Dewleta Tirk dewleta faşîste, dewletek insaniyetê nasnake, ger ku insaniyet naskiriba her roj gorên Şehîdan xeranedikir, di dema ew gorên Şehîdan xerdike em li vir pê di êşin ji ber ku em bi hev re girêdayine, û em li her çar parçê Kurdistanê yekin, em yek destin, yek perçene. Ji bo vê yekê em bang li hemû cîhanê dikin, bang dikin li mafên mirovan ku bêje dewleta faşîst, dewleta tirko bila gorên Şehîdan xeraneke ji ber ku Şehîd sembolekin di cîhanê de ne, dema ku sembolek di cîhanê deye, ew Şehîd wek pêlê derya bi ser me de tên xwarê.
Dema ku ev dayikên Şehîdan tên ser gorên Şehîdan, hin li aliyekî em dil bi kûlen û li alîkî em bi kêfxweşin, em dibêjin zarokên me Şehîd ketine, dema ku zarokên me Şehîd ketine em pê kêfxweşdibin çima? Ji ber ku ji bo Kurdistanê ye, ji bo Welatekiye, ji bo miletekî bindest e, dema ew miletê bindest em xwînê nedin, milet nayê rizgariyê û xilas nabe. Ji bo vê yekê em dibêjin li her çar parê Kurdistanê Dayik û bavê Şehîdan em bang wan dikin ku ji doza xwe venegerin, ev mafê me ye, ax a meye, erde meye, kerameta meye û namûsa meye, em kerameta xwe di ser her tiştî re digirin dest.
Em serê xwe didin û em sira xwe nadin ji bo vê yekê bila dewleta tirk bizanibe ku heger bi dayik û bavê Şehîda mabê em ê vî Welatî bibin xelasiyê, em ê rizgarbikin.
Her wiha dayika Emîne jî nerînên xwe ji me re parvekir û wiha dest bi axaftina xwe kir; “ Vê roja cejinê di serî de li hemû gelê Kurd, Şehîdan, Rêber Apo pîroz dikim. Em dixwazin hemû gelê Kurd bibê yek, bese ma heya kengî wê wisa be, dewleta tirk a dagirker ji dîrokê de ew dijminê meye, em dixwazin bibin yek li dijî dewleta tirk ji bo ku em zilmê vê xwînê bisekinîn, îro Şehîd ji bo gelê xwe Şehîd ketin, lê belê erdoxan hîn hovîtiya wê têrnake, heya ku diçe gorên Şehîdan xeradike”.
Di dîroka cîhanê de hovîtiyeke bi vî rengî nîne mirov biçe şerê Şehîdan bike, di dîrokê de dijminekî wisa hov wek erdoxan nîne. Em dixwazingelê Kurd bibin yek li hember vî hovîtiya erdoxan.