HELSÎNKÎ – Îro komek ji Kurdistaniyên li Helsînkiya Fînlandiyayê dijîn bi minasebeta cejna Remezanê weke sala bihorî îsal jî çûne ser gora gerîlayê HPG’ê Halîs Ceyhan. Dewleta Tirk a dagirker rê nedabû ku cenaze li wir bê veşartin ji ber wê jî cenaze li Helsînkiyê hatibû veşartin. Ev du sal in ku li ser şehadeta gerîlayê HPG’ê re derbas bûye. Heman Kurdistaniyan par jî serdana gora Ceyhan kiribûn.
Gelê Kurd her sal bi minasebeta cejna Remezanê diçe ser goristanên gerîlayan.