NAVENDA NÛÇEYAN – Înîsîyatîfa Zarokên Agir daxuyaniyeke nivîskî dan û diyar kirin ku wan li Edene û Bûrsayê hin karxane û cihên AKP’yiyan şewitandine.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Di 21’ê Gulana 2020’an de li ser rêya Edene û Kozanê me du kamyonên kayê şewitand. Bi vê şewatê re me xisareke maddî da piştgirên faşîst ên AKP’ê.
Di 22’ê Gulana 2020’an de li Taxa Dûmlûpinar a Demîrtaşa Bûrsayê me fabrîkeya xurekên ji ard şewitand. Li fabrîkeyê xisarekeke mezin a maddî çêbû.”