NAVENDA NÛÇEYAN – Leşkerên Tirk li gundê Şemsê yê Navçeya Heskifê ya Êlihê ewil goristan bi maşîneyên zirxî xera kirin.
Leşkeran piştî goristan xera kirin vê carê tirba dîrokî hilweşandin û ala tirk bi tirbê û darên li nava goristanê daliqandin.
Leşkeran hefteya borî goristan hilweşandibûn û zerar dabûn goristanê. Leşkeran carek din Tirba Şêx Îbrahim ku ji aliyê gel ve wekî tirba pîroz tê zanîn xera kirin û ala tirk li ser wê daliqandin.
Gundiyên ku beriya qedexeya derketina kolanan xwestin tirbê ziyaret bikin, diyar kirin ku dema çûn goristan û Tirba Şêx Îbrahim ziyaret kirin, dîtin ku tirb û goristan hatiye rûxandin û ala tirk bi tirbê û darên li nava goristanê hatiye daliqandin.
Hevserokê Şaxa MEBYA-DER’ê Ahmet Yaşar, diyar kir ku di roja arîfeya cejnê de jî gorên wan tehamul nakin û wiha got: “AKP xwe dîndar dide naskirin. Lê tehamula wê ji gorên Kurdan û kesên oldar û xwedî dîrok û çand re tune ye. Tu îzahata vê yekê tune ye. Ji ber kurd in êrîş dikin. Em wekî MEBYA-DER’ê vê êrîşê qebûl nakin û em ê serî li rê û rêbazên hiqûqî û zagonî bidin.”