STANBOL – Polîs û notivanan li navçeya Zeytînbûrnû ya Stenbolê li zarokê ku derketibû derve dan. Di dîmenê li ser tevna dijîtal belav bû û demek kin de rê li ber nerazîbûnên mezin vebû, polîsan zarokek li erdê dirêj kiribûn û lê didan.
Tevî nerazîbûnên derdor jî, zarok bi kelepçekirina pişt ve destgîrkirin.
Li gorî dîmanena, li dijî yên ku derketibûn ser şaneşînan û nerazîbûn nîşanî bûyerê dan, ji wesayîtan dengê anosa ‘Bila tu kes nemîne, ma em ê bi we ve mijûl bibin? Haydî’ dihate bihîstin.