NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajarê DYE’yê Minnesotayê, li keviya bajêr li devera St. Louis Parkê polîsan zilamekî reş ê 46 salî yê bi navê George Flyd duşema bihurî evarê saet 9:25’an fetisand. Heger xelkê nedîta û dîmenê bûyerê negirta, belkî hîç eşkere nebûya ku polîs ew kuştiye. Di dîmenan de eşkere xuya dike ku çar polîs zilamekî reş digirin, wî kelemçe dikin û deverû didin erdê. Li erdê jî yek ji polîsan çonga xwe datîne ser stûyê zilamî. Zilam di nava lepên wan de dibêje, ez difetisim, hew dikarim bêhnê bistînim. Lê ne xema polîs e.
Polîsê qatil, di nava nijadperestiya Emerîkî de ji rêzê ye; jiyana mirovekî reş ji bo wî bê qîmet e. Ew eşkere piştgirekî serokê DYE’yê Trump e. Slogana Trump a Make America Great Again (Emerîkayê ji nû ve mezin bike) ji sloganên wî ye jî; lê wî ev slogan hinekî guherandiye; “Spiyan ji nû ve mezin bikin.”
“Ji nû ve mezinkirina spiyan” ne pirsgirêkeke munferîd e û ne tenê li Emerîkayê heye. Ji nijadperestê li Hanauyê 19’ê Sibatê 9 ciwan qetil kirin heta bi Breivik ê ku li Norwêcê 22’yê Tîrmeha 2011’an 69 ciwanên ji rêxistina ciwanan a partiya karker li kampekê kuştin û 8 kesên din bi teqandina mînîbuseke bombebarkirî li paytext Osloyê kuştin… Hemû dixwazin “spî ji nû ve mezin bibin”. Ne ku niha piçûk in, lê ji manedarbûn û qîmetdayîna jiyana mirovên ne spî-Ewrûpî aciz in.
Polîs derew kir
Niha meqamê lêpirsînê yê federal F.B.I. û polîsê Minnesotayê lêpirsîn dane destpêkirin. Vêca çawa ku berê jî di bûyerên mîna vê de xuya dike; girtina dîmenên bûyerê û belavkirina wan, rê li ber protestoyên mezin û nerazîbûnan vekir. Malbata Floyd dixwaze polîsê qatil bi “mêrkujiyê” bê gunehbarkirin. Lê ka meqamên DYE’yê wê çi bikin, hîna ne diyar e. Ka gelo ew ê sûcekî sivik bixin stuyê polîsê qatil; nîşanên pêşî ew bûn ku wan ê hîç sûc nexista stûyê polîsê xwe. Sernivîsa daxuyaniya polîsê Minnesotayê ya pêşî digot, “Zilam di dema destwerdana polîs de ji ber pirsgirêkeke sihetê mir”. Lê nerazîbûnan û vîdeoyê, kir ku şaredar destwerde meselê; şaredarê Minnesotayê Jacob Frey, her çar polîsên tevlî bûyerê bûyî ji wezîfeyê dûr xistin û kir ku F.B.I. jî mudaxilî lêpirsînê bibe. Şaredar di daxuyaniya çapemneniyê de got, “Li Emerîkayê reşbûn nabe ku fermana kuştinê be. Pênc deqîqeyan me lê temaşe kir çawa polîsekî spî çonga xwe dewisand ser stûyê zilamê reş. Pênc deqîqe!”
Jiyana reş bi qîmet e
Di vê dema haziriyên hilbijartinên ji bo serokatiya DYE’yê de ev bûyer wê hîna gelekî bê minaqeşekirin. Li aliyekî polîsê kujer alîgirê Trump e, li aliyê din ji niha ve namzetê herî xurt ê Demokratan, Joe Biden bi ser meseleyê ve diçe: “George Floyd ya çêtir heq kiribû û malbata wî edaletê heq dike. Jiyana wî bi qîmet bû.”
Bi van gotinan wî bal bire ser kampanyaya li dijî şideta polîsan a li dijî mirovên reş li Emerîkayê ya bi navê “Jiyana reş bi qîmet e”.
Polîs ji protestoyan n raziye; li cihê ku George Floyd hat kuştin bi sedan kesî şideta polîs protesto kir, lê polîs gule li wan reşandin û kesek birîndarkirin.