MÊRDÎN – Li şikeftekî ya gundikê Gûlbîş a gundê Akyol a navçeya Kerboran a Mêrdînê hestiyê bi dehan mirovî hate dîtin. Hestiyên ku ji aliyê gundiyên herêmê ve hatin dîtin, tê texmînkirin ku hestiyê Kurdistaniyên salên 90’î ji aliyê JÎTEM’ê ve hatibin revandin û qetilkirin bin.
HESTÎ ŞANDIN ATK’Ê
Li ser gumanan ji bo lêkolînkirina hestiyan xizmên windayan ên ‘kuştinên kiryarên wan nediyar’ giliyê Dozgeriya Kerboranê kirin. Piştî gilînameyên hatin dayîn û şûnde parêzerên endamên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Mêrdîn û leşkerên Tirk çûn şikefta ku hestî lê hatine dîtin. Ji bo lêkolînkirina hestiyan, hestî birin Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê.
GILLÎ LI DOZGERIYÊ JÎ HATE KIRIN
Jı parêzerên li cihê herêmê û li doza JÎTEM a Kerboranê dinêre Erdal Kûzû got: “Wê hestî bên lêkolînkirin. Me jî ji bo derketina bê ka testa DNA ya kesên salên 90’î hatibûn qetilkirin heye an ne serlêdana li dozgeriya Kerboranê kir.