NAVENDA NÛÇEYAN – Bi dehan endamên Mecilsa Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo balê bikişînin ser sûcên hêzên dagirker ên li dijî jinên Efrînê hatin cem hev û daxuyaniyeke nivîskî dan raya giştî.
Nûnera Buroya Jin a Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Cizîrê Nehla Ehmê bi zimanê Kurdî û Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Meha Mihemed bi zimanê Erebî daxuyanî xwendin.
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser rola jinan a 9 salên dawî di avakirina Civakeke Demokratîk û Azad li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û berxwedana wan a ji bo pêşxistina civakê.
Her wiha sûcên li dijî Jinên Ciwan, ji êrîşa cinsî, revandina, zewaca bi zorê hatin şermezarkirin.
Jinên Ciwan bang li rêxistinên jinan û yên mirovî kirin ku li hemberî dagirker û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirerk û çeteyên wê bisekinin.