SİLÊMANÎ – Balafireke sîxûrî ku tê texmînkirin ya dewleta Tirk a dagirker bi nizmî li ser navenda bajarê Silêmanî difire.
Welatiyên ku balafira sîxûrî ferq kirin, li ser banê malê bi telefona xwe kişandin û ji bo ajansa me şandin.
Îro li ser seranserê bajarên Herêma Kurdistanê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin û jiyan bi temamî cemidiye.
Berê niha jî gelek caran balafira sîxûrî li ser navenda bajarê Silêmanî firiyabûn. Heya niha jî rayedarên Herêma Kurdistanê eşkere nekirine ku ev balafirên sîxûrî girêdayî kîjan welatîn e û çima li ser bajaran difirin?