BEHDÎNAN – Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel têkildarî mijarê ev daxuyanî da:
“Çalakiya ku we di 30’ê Gulanê de li qada Tepê Hakan a navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî hêzên dagirker ên mêtingeriya Tirk bi rêbaz û taktîka xweberdana nava hêzên dagirker pêk anîn, çalakiyeke encamgir û serketî bû. Li qadeke ku dijmin lê ji xwe gelekî bawer bû û xwe lê ewle didît, çalakiya ku we di nava rojê de kir, ketin heta nava kozikên dijmin, çek ji ser wan rakir û bi rengekî serketî xwe vekişand, bû çalakiyek ku dijmin hejand.
Ji ber vê çalakiyê ku ji aliyê taktîk û teknîkê ve çalakiyeke serketî ya encamgir bû, em fermandariya we, di şexsê fermandariya we de hêzên eyaleta Zapê û yekîneya ku ev çalakî pêk anî ji ber vê serketina girîng pîroz dikin û hêvî dikin ku gavên we yê serketî bidomin.
Di vê dema girîng a dîroka me ya têkoşînê de em di wê baweriyê de ne ku hêzên we yê eyaletê wê serketinên mezin bi dest bixin, li ser vê bingehê hezkirin û hurmetên xwe pêşkêşî we û hêzên eyaletê hemûyan dikin û serketinê ji we re dixwazin.”