SÊRT – Wesayîta zirxî ya ku tê de leşkerên dagirker ên beşdarî operasyona dorpêçkirinê bûn, duh danê sibê li gundê Doxan yê navçeya Pervarî ya Sêrtê hat destpêkirin, ji ber sedemek “hîn nediyar” re li zinarê gûndor bû. Di 13 leşkerên Tirk ên dagirker birîndar bûn.
Leşkerên dagirker ên ku birîndarin bi helîkopterê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrt. Ragihandin ku 3 birîndarên giran leşkerên dagirker hene, 7 ji wan hîn jî di nexweşxaneyê de ne.
Her çi qasî bûyer ji hêla medyayên şerê taybet ên Tirkiyê ve wekî qezayek hatibe nîşan kirin jî, lê hate gotin ku li gorî hin çavkaniyên herêmî hat gotin ku çalakîyê hezên gerîla ye û hejmara leşkerên mirî jî zêdetir e.