MEXMÛR – Ciwan Mexmûrê û Jinên ciwan ên Mexmûrê bi daxuyaniyekê qetilkirina ciwanê bi navê Bariş Çakan şermezar kirin. Daxuyanî li Saziya Ciwanan a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) hat dayîn.
Beriya daxuyanî were xwendin di kesayeta Bariş Çakan de ji bo tevahî şehîdan deqeyek rêz hat girtin. Daxuyanî ji aliyê endama TJCM’ê Medîne Tok ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
Di cîhanekê ku hemû tişt dibin desthilatdariya çend kesan de navendî bûye, mirovahî jî li ber tunebûyinê ye. Weke ku tê zanin 31’ê Gulana 2020’an ciwanekî Kurd ê bi navê Bariş Çakan ê 20 salî, li paytexta dewleta faşîst û dagirker a Tirkiyeyê ji aliyê çend kesên nîjadperest û faşîst ve hat qetilkirin. Ev bûyer careke din radixe ber çavan ku dewleta Tirk ji bo qetilkirina Kurdan sond xwariye û çi rêbazê hovane hebe li hemberî me bi kar tîne. Bêguman mirov nikare qetilkirina vî ciwanî weke bûyereke ku çend kesan pêk aniye bigire dest, ji ber kujerê Bariş Çakan dewleta faşîst û qirker a TC ye. Em dizanin hişmendiya Barış qetil kir hişmendiya faşîst û neteweperest a bi salane hem di aliyê fîzîkî de û hem jî ji aliyê çandî hewl dide qirkirina Kurdan pêk bîne û ji bo vê armanca xwe serî li her cure û rêbazî dide. Dema em li vê bûyerê dinêrin em dibînin ku Bariş Çakan ne yekemîn kesê ku ji aliyê dewletê ve hatiye qetilkirin e. Tenê di sedsala dawiyê de nêzî milyonek Kurd ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin qetilkirin. Ji bo vê yekê dive her jin û ciwan zanibin dewleta Tirk a faşîst xwe li ser qirkirina Kurdan ava kiriye û li ser vê hebûna xwe didomîne. Di her kuştin û qetilkirinê de ji bo xwe hin sedemên neteweperest û faşîst ên derewîn derxe pêş jî, di esasê xwe de rijandina xwîna her Kurdekê/î ji bo xwe helal û rewa dîbîne.
Îro ev zîhniyeta faşîst û nîjadperest li hemû cîhanê belav bûye û bi şêweyên cur bi cur xwe dewam dike. Kujeriya netewe dewletê ku weke nexweşiyekê belav bûye li hemû cîhanê can distîne û mirovahiyê qetil dike. Mînaka herî şênber di Kurdistanê de her roj jin, ciwan û zarok tên qetilkirin. Weke ciwanên Mexmûrê em dixwazin bidin diyarkirin ku heya jin û ciwan li hemberî vê kujeriya dewletê ranebin ser xwe, dewleta faşîst wê dawî li van komkujiyên xwe nayîne û berevajî vê yekê wê êrîşên xwe hê zêdetir bike. Îro roj nîne ku dewlet kuştin û qetilkirinê pêk neyîne, roj nîne ku li hemberî nirxê me yê bi rûmet êrîşan pêş nexe. Weke ciwanên Mexmûrê em bi tu şêweyî van kuştin û qetlîaman qebûl nakin û di şexsê Bariş Çakan de em ê ji dewleta Tirk a faşîst tola her Kurdekê/î ku hatiye qetilkirin bistînin. Destpêkê de jin û ciwanên Kurdistanê û her miroveke demokratîk û azadixwaz ê xwedî şeref û rûmet pêwîste li hemberî êrîşên dewleta Tirk rabe ser xwe û her qada lê ye bike qada serhildanê. Em careke din bang li hemû jin û ciwanan dikin ku dakevin kolanan û hesab ji faşîzma dewletê bixwazin. Dema ku gotin bê wate dibe êdî dem dibe dema tolhildan û hesabpirsînê. Weke her ciwanek Kurd em ê hesabê vê faşîzmê bipirsin û tola xwe rakin.
Daxuyanî bi dirûşmên, ‘Bijî Serok Apo, Şehîd namirin’ bi dawî bû.