ROJAVA – Têkildarî bûyerê ji aliyê Tirkên faşîst li Enqere. Encûmena Ciwanên kurd li Rojvayê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya xwe de ev bûyer şermezar kirin. û bang li saziyên mafên mirovan kirin ku van bûyeran bisekinînin.
Daxuyaniya Encûmena Ciwanên Kurd wiha bû:
“ Ji mafê her mirovekî ye û li çi deverê jiyan dike ku bi zimanê xwe biaxive , binivîse , bixwîne her wiha guhdarbike , ev jî yek ji pîvanên mafên mirovan e.
Nijadperastan her tim jiyanê reş dikin û di cîhanê de giştî pelav bûn e, li hember wê jî vîna gelan her li ber xwe dide , mînaka berçav jî Amêrîka ye ku piştî kûştina mirovê çerimreş Goreg Fıloîd bi destê polîsekî sipî li gelek parêzgehan serhildan li dijî nejadperestiyê derketin holan , ev jî nîşaneyeke baş e ku gel bi hemî ereqên xwe li dijî nijadperestî dertî.
Li Tırkiyê jî roja 31,05,2020 bûyerekî xemgîn qewimî ku xurtê kurd ê 20 salî Barîş Jakan li kolanên Enqerê bi destê sê nijadprestên Tirk ên faşîst ku bi lêxistina kêran li bedena Barîş ketin buheneya wan jî ew bû ku li strana filiklorî ya kurdî guhdar dike .
Ev ne cara yekem e ku dewleta Tirk û nijadperestên Tirk bûyerên bi vî rengî dikin , li bakurê Kurdistranê her wiha li her derên ku Tirkan dagirkirin e mîna serîkaniyê , girî sibî û Efrîn , gelo sazên mafên mirovan ji van bûyeran li kuderê ne .
Em wek Encûmana ciwanên kurd li Rojavayê Kurdistanê vê bûyerê lenet û şermezar dikin û bang li saziyên navnetewî yên mafên mirovan dikin ku têkevin tevgerê û van bûyeran bişobînın û biskînin.”