STENBOL – Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî, Newroz Ûysal û Mazlûm Dînç ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Rêberê Gelan Ocalan piştî 8 salan yekemcar di 2’ê Gulana 2019’an de, piştre jî heman salê di 22’ê Gulanê, 12’ê Hezîranê, 18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa heman salê de karîbûn hevdîtinê bikin.
Ji 7’ê Tebaxê û vir ve bi giştî 77 caran serlêdan hatin kirin. Bersiveke erênî yan jî neyînî ji bo serlêdanê nehate dayin.