NAVENDA NÛÇEYAN – Hevpevîna ku me bi endamê DGH’ê Bawer re çêkiriye û ji 2 beşan ve pêk tê, em ê bi xwendevanên xwe re beşa duyemîn parve dikin.
NC: Qirkirinek ewqas vekirî tê meşandin heye. Taybet di nava ciwanan de wek sîxurtî, fuhûş, maddeyên hişbir tê belavkirin. Li hemberî vê helwesta Ciwanên Welatparêz wê çawa be?
“JI CIWANAN DITIRSIN”
“Destpêkê li ser Ciwanên Kurd û tevahî Ciwanan polîtîkayên ku tên meşandin ne polîtîkayên nû ne. Ev bi salane ji dînamîza ciwantî, ji tevgerên ciwanan, ji sekna ciwanan a dijî pergalê ditirsin. Di roja me ya îro de taybet li Kurdistanê ev yek xwe bi awayekî vekirî di şeklê fuhûş, sîxurtî û maddeyên hişbir derdikeve holê. Ev jî taybet polîtîkayên dijmin ên sîxurkirina ciwanan û ên pasîfkirina ciwanan e. Bila tu ciwanekî welatparêz nebe amûrê wan tiştan, bila vê yekê wek êrîşek hemberî xwe bibine. Bersiva dijî wan êrîşan diyar e, têkoşîna şoreşgerî ye.”
“KESÊN KU KETINE NAVA FUHÛŞ, SIXURTIYÊ Û MADDEYÊN HIŞBIR DI ARMANCA ME DE YE”
“Hindek kes hene dibin amûrê firotina wan tiştan û ciwanan dikşine nava wê. Agahiyên gelekan ji wan di destê me de ye, mudaxelyên me li hemberî wan çêbûn wê hin çêbibe. Merxeleya ku em gihiştine êdî ji bo wan şexsan an jî kesan ne merxeleyan hişyariyê ye. Em vê vekirî li vir îlan dikin. Li Kurdistan kî bibe amûrekî polîtîkayên dijmin, kî dibe bila bibe wê bê bersiv nemine. Ev ne hişyariyeke, di pratîkê de hatiye nîşandan û wê bê domandin. Niha di destê me de hindek kesên ketî ku bune amûrekî xebatê MÎT ê sîxurtiyê, îxanetê li Gelê xwe kiriye hene. Di destê me de îfadeyên wna kesan wek dîmen heye.”
“HER ENDAMEKÎ AKP-MHP SÎXUREKE”
“Hemû kes li ku dibe bila bibe, divê li dijî tilyakfîroş, kesên ku fuhûşê pêşdixe û ajanan helwest nîşan bide û derbên giran li wan bidin. Ciwan pêşengê civakê ne û ciwan pêwistin nirxê civakê biparêzin, ji bilî vê tu alternatîf tune. Ji bo me her endamekî akp-mhp sîxureke. Ji bo me hemû kesên ku di saziyên wan de dixebîtin yek bi yek wek endamên şerê taybet em lê mezê dikin.”
NC: Di pêvajoyek wiha de ku faşîzmê bi awayekî vekirî tê meşandin, bangawaziya we ji bo Ciwanên Welatparêz çiye?
“Faşîzm êdî ne tenê veşartî bi şerê taybet û şerê derûnî tê meşandin, bi giştî hewl dide bi awayekî fîzîkî tune bike. Bi awayekî vekirî polîtîkayên kuştinê dimeşine. Cenazeyên şehîdan, cenazayên Gerîla tehemil nake, êdî mafê mirinê jî ji bo Kurdan rewa nabine. Em li beramberî faşîzmeyek wiha ku di rojên dawî ji ber ciwanekî Kurd li stranên kurdî gohdar kiriye tê kuştin rû bi rû mane. Faşîzm êdî ji dewletbûyinê derketiye, ji xwe re civatek ava kiriye. Li stranên Kurdî gohdarkirin ji bo kuştinê sedemeke. Dewlet, polîs û kesên ku xwe wek neteperest binav dike, ciwanên kurd darazî kuştinê kiriye. Şerek ewqas vekirî ku tê meşandin heye.”
“CIWAN PÊWISTE FAŞÎZMÊ LI HEMÛ DEVERÊ DERB BIKE”
“Di vê merxeleyê de ciwanên kurd vê yekê vekirî dibine. Pêwiste hişmendiya ku ji bilî berxwedanê tu riyê din nemaye, dîsa bersivdayina wan êrîşan dayin pêşkeve. Li dijî çanda Kurdîtiyê, li hember hebûna Kurdan li dijî hemû tiştê wan polîtîkayên kuştinê bi awayekî vekirî li pêşberî meye. Li dijî vê berxwedan meşandin, û dijmin derbkirin pêve tu çare nemaye. Ger Kurd dixwaza hebûna xwe biparêz, ger ciwanên kurd dixwazin hebin, pêwiste li dijî vê bikeve nava Berxwedanê. Vê Berxwedanê raber dike û wê hin jî bike.”
“HEMÛ NÊZÎKATÎ WÊ BERSIVA XWE HEBE, BI TUNDÎ WÊ HESAB BÊ XWESTIN!”
“Em ê tola Bariş Çakan hiline, ev wusa bê hesab namine. Wusa herkes nikare li gorî serê xwe Kurdan bikuje, hesabê vê wê bên pirsin. Em wek Tevgerek Apoyî ji hemû kesî re radigihînin ku nêzîkatiyên we wê bê bersiv nemine! Şîddeta ku wûn raber dikin, wê bi tundî li we wegere. Em li Tirkiye êdî rehetiyê nadin kesî, em vê vekirî dibêjin. Cihekî ku neyê şewitandin, cihekî ku neyê firandin wê nemine.
Li dijî zextên faşîzma heyî divê destpêkê Ciwanên Kurd rolê bigre ser xwe û tevlî refên Gerîla bibin. Mîrasa ku me ji Şehîd Dersiman, Şehîd Faraşînan û Şehîd Êrîşan hilgirtiye, em ê soza gihandina serkeftinê nû dikin. Em dibêjin “Çi dibe bila bibe wê encam bi heybet be”.
https://www.nuceciwan47.com/ku/2020/06/04/taybet-endame-dghe-bawer-dgh-tevgerek-tolhildane-ye/
NC//Osman Çapan