STENBOL – Însyatîfa Zarokên Agir a daxuyaniyek nivîskî da, got: “3’yê Tîrmehê rawestgeha Tramvay a Marmara û sîstema elektirîkê ya li Bakirkoy a Stenbolê yekîneyên wan şewitandiye û bûye xwelî.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku elektirîka xeta Marmarê hatiye qûtkirin û demekê sefer hatine sekinandin.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku 4’ê Hezîranê li Kadikoya Stenbolê wesayîteke luks a faşîstekê hatiye şewitandin.