IDLIB – Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku duh li ser rêya otostrad Laziqiyê- Hebebê teqîneke bi hêz rû da û diyar kir ku piştî derbasbûna dewriyeya hevpar a Tirkiyê-Rûsya li ser rêya M4, li derdora Erîhayê mayînek teqiya. Piştî teqînê hêzên Tirk ên li herêmê ketin tevgerê.
Duh dewriyeya hevpar a Rûsya-Tirkiyê ji gundê Tirinbê heta gundê Kefer Şilaya ya Idlibê meşiya.
Dewriye, piştî hefteyekê ji kuştina leşkerekî Tirk di teqîna li ser rêya navdewletî ya Laziyê- Heleb de hate meşand.
SOHR, her wiha diyar kir ku li ser rêya Idlib-Sermîn nêzî nuqteyeke Tirkiyê leşkerek Tirk kuştî yek jî birîndar hatin dîtin. Li gorî SOHR, heta niha sedema hedefgirtina herdu leşkeran nehatiye zanîn.