ROJAVA – Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryarekê qedexeya derketina derve ya beşî ya ji ber Koronavîursê ji sibe heta 15‘ê Hezîranê dirêj kir.
Li gorî biryarê dema qedexeyê ji saet 07:00 heta 18:00‘an e.
Di rojê de, hemû dikan dikarin werin vekirin xebatên pîşeyî were kirin. Her wiha tevgera çûn û hatine di navbera bajar û rêveberiyan de ne qedexe ye.
Di biryarê de hate gotin, ji bilî deriyên Tahiya û Tebqayê ji bo rewşên mirovî, hemû deriyên din dê girtî bin ta biryarek nû were dayîn.