BEHDÎNAN – Navenda Ragihandi û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyan ev agahî parve kir:
“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 4’ê Hezîranê saet 14:00’an li dijî leşkerên li Girê Şehîd Kendal û derdorî wê ya herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakiyek bibandor kiriye. Di vê çalakiya bi dijwarî li yekîneyên dijmin hate xistin de bi qasî hate zelalkirin 3 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bûye.
KESEKÎ LI GEL ARTÊŞA TIRK KAR DIKIR HATE CEZAKIRIN
Hêzên me demek dirêj kesê bi navê Orhan ê li gel artêşa Tirk kar dike, xiyanetê li nirxê gelê me dike, xebatên kontrayê, îxbarên êrîşên hewayî dike û di şehîbûna 4 hevrêyên me de rola wî heye 3’yê Hezîranê li nêzî gundê Talê yê Colemêrgê ceza kiriye. Artêşa TC’ê cenazeyê vî şexsî bi desteka balafirên bê mirov û helîkopteran ji qadê rakiriye.
AVAŞÎN HATE BOMBEKIRIN
4’ê Hezîranê di saetên şevê de balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker devera Geliyê Avaşîn a herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kiriye. Di vê bomberdûmanê de ti ziyan negihiştiye hêzên me.”