ROJAVA – QSD’ê li dijî şaneyên DAÎŞ’ê li bejahiya Dêrazor û Hesekê pêngavek dabû destpêkirin. Pêngav li qadeke 80 kîlometreyan didome.
Hate diyarkirin ku QSD’ê îro 12 çeteyên girtiye û bi giştî heta niha 42 çeteyên DAÎŞ’ê hatine girtin.
Fermandarê QSD’ê Reşo Hîlînc diyar kir ku gelê herêmê jî piştgiriyê didin pêngavê û ev pêngav li ser xeta sînor wê heta Çemê Firatê bidome.