NAVENDA NÛÇEYAN – Înîsîyatîfa Zarokên Agir daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku, “Ev înîsîyatîf ya kesên azadîxwaz, li hemberî tecawiz, tacîz, êşkence û qeyyûmên dijmin tolhildana Kurdên bi rûmet e.
Kesên ne azad bin, mudaxele nekin û xwelî li nirxên xwe dernekevin li tu dera dinyayê mafê jiyanê nadin wan.
Di 5’ê Hezîrana 2020’an de bankamatîkeke li Seyhana Edeneyê ji aliyê înîsîyatîfa me hatiye şewitandin û ev bankamatîk bûye xwelî. Bankayên ku dijminatiya Kurdan dikin wê bêtir rastî agirê tolhildanê werin.
Di 5’ê Hezîrana 2020’an de jî li Gazîpaşayê ê ku Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlût Çavûşoglû tevlî vekirina wê bûbû, ji aliyê hêzên me ve hate şewitandin.
Di 6’ê Hezîrana 2020’an de li Kepeza Entalyayê marketeke du kat a faşîstê bi navê Hasan Çevîk hatiye şewitandin. Di vê marketê de bi qasî 6 milyonan malzeme şewitîne. Kesên ku alîkariyê ji dewletê dixwazin û digotin ‘Sermiyanê min ê bîst salan çû’ divê bizanibin ku wê Kurd keda xwe ya hezar salan û şewitandina welatê xwe ji bîr neke. Zû an jî dereng wê hesabê vî tiştî were pirsîn.”