BÎELEFELD – Li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê 6’ê Hezîranê şeva Şemiyê li parka Kesselbrînkê 2 ciwanên reşik bûn hedefa êrişa polîsên Elman. Piştî ku dîmenê vê êrişê li medya civakî hate parvekirin, doh êvarê nêzî 1000 antî faşîst li Bîelefeldê çalakî kirin.
Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad jî tevlî meşê bûn.
Di meşê de li dijî faşîzmê dirûşm hatin qîrîn.
Girseya gel saet di 19:30’î de li Kesselbrînkê li hev kom bû û peyamên piştgiriyê da.