NAVENDA NÛÇEYAN – Endamên Yekîtiya Tolhildanê ya YPS’ê ya ŞeHîd Çeko Çatak, bi çarçoweya ”pêngava tolhildanê ya li dijî mêtingeriyê û sîxûr-nokeran” li Stenbolê û Rîzeyê çalakî kir.
Di daxuyaniyê de derbarê çalakiyê wiha hate gotin:
”Endamên Yekîneya me 8’ê Hezîranê berêvarkî, li Sultangaziyê ya Stenbolê li dijî faşîstên ulkucî yên di konvoyê de, ku leşker bi rê dikirin, çalakiyeke sabotajê kirine. Di çalakiyê de trembêla kesê faşîst ê ulkucî bûye hedef û derbeke serkeftî lê ketiye. Di encama çalakiyê de trembêla kesê faşîst şewitiye, 3 faşîstên di trembêlê de birîndar bûne. Hêwirzeya ku leşker ji bo artêşa TC’ê ya dagirker bi rê dikir ji tirsan belawela bûye û reviyaye.
Endamên Yekîneya me ya Tolhildanê ya YPS’ê ya Şehîd Çeko Çatak 3’ê Hezîranê berê sibehê saet 06.00’an li navçeya Çayelî ya Rîzeyê li dijî cihê hilberandinê ya Çaykûrê, ku qaseya pereyan a dewleta Tirk a dagirker e, çalakiyeke sabotajê kirine. Piştî çalakiya ku hatî kirin qada hilberandina çayê ya Çaykurê bi giştî hatiye hatiye îmhakirin.
Endamên yekîneya me di navbeyna 2-6’ê Hezîranê de li navçeya Maltape ya Stenbolê trembêla du kesan, ku nokeriya AKP’ê dikirin şewitandine. Piştî çalakiyê her du trembêl, ên nokerên AKP’ê îmha bûne.”