ROJAVA – Li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên şermezarkirina sûcên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî gelê Kurd û hedefkirina fermandar û têkoşerên Kurd herî dawî endamê Komîteya Navendî ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Qasim Engîn li dar dikevin.
Ciwanên Minbic û herêma Firatê di bin durişmeya “Bi rihê ciwanên Apocî, ji bo tolhildan bimeşin, ji bo serkeftinê şer bikin”meşek li darxistin û banga berxwedana li dijî dagirkera Tirk û eşkerekirina sûcên wê kirin.
Meş ji qada Jina Azad a bajarê Kobanê ber bi Goristana Şehîd Dîcle ve destpê kir. Bi dehan ciwanên herêma Firatê û Minbicê ji pêkhateyên Ereb û Kurd tev li meşê bûn.
Meş li ber goristanê rawestî û ciwanan dirûşmeyên ku sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd li tevahiya Kurdistanê şermezar dikin, berz kirin.
Meş bi berzkirina dirûşmeyên şermezarkirina sûcên dagirkera Tirk û silavkirina têkoşîna jina Kurd bi dawî bû.