NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Yekîneya Tolhildanê ya Eylûl Amed Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûna Gealn (HBDH) a daxuyaniyek nivîskî da, ji bo endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn rêze çalakî kirine.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “9’ê Hezîranê Milîsên Yekîneya Tolhildanê ya Eylul Amed a HBDH’ê ya me, mekîneyên kar ên girêdayî Midûryeta Giştî ya Karkirina Çandiniyê ya Konyayê (TÎGEM), mekîneyên kar ên Slahiye ya Dîlok û dîsa li wesayîtên li depoyeke ya Yedîemîn a Kartal a Stenbolê çalakiyek sabojatê li dijî van cihan kirine. Di çalakiyê de gelek wesayîtên girêdayî dewletê şewitîne û bêkêr bûne.
Çalakiyên me ji bo bîranîna Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn ê di encama êrîşên mêtinger û dagirker ên dewleta Tirk ku 27’ê Gulana 2020’ê şehîd bûbû hatiye kirin.”