STENBOL – Milîsên HBDH’ê daxuyaniyek weşandin û diyar kirin, “Di şeva 10’ê Hezîrana 2020’an de, milîsên me yên tolhildanê yên Dîlan Kortak ên HBDH’ê, li navçeya Esenyûrt a Stenbolê, li hemberî makîneyên kar ên saziyên dewletê çalakiya bi molotofan kirin. Di encamê de makîneyên kar şewitîn.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Çalakiya me ji bo bîranîna endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê, fîlozofê çiya, şervanê azadiyê Kasim Engîn hatiye lidarxistin ku di 27’ê Gulana 2020’an de tevlî karwanê bûye.”
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Serdema hilweşîna faşîzma AKP-MHP’ê dest pê kiriye. Li dijî desthilatdariya ku ji bilî birçîbûn, êşkence, komkujî û bombeyan tiştekî nade gelên Tirkiyeyê, li her derê seferberiya çalakiyan dest pê kiriye. Li dijî zext û êrişên desthilatdariyê, li metropolan hemûyan hêzên me yên Şoreşa Yekbûyî her roj bersivê didin û her mezin dibin.
Em bang li her kesî dikin ku faşîzma AKP-MHP’ê ku dijminê karkeran, kedkaran, gelê Kurd, Elewiyan, jinan û xwezayê ye li her cihî bikin hedef.”