BEHDÎNAN – Di daxuyaniya 31’ê Gulanê de me ragrihandibûn ku artêşa TC a dagirker di navbera 13 û 18’ê Gulanê de li qada Çiyayê Gabarê yê Şirnexê operasyon emşandiye û di vê operasyonê de hevalekî me şehîd bûye.
Agahiyên li ser nasnameya hevalê me yê şehîd bûye wiha ye:
Nasnav: Reşo Xerzan
Nav paşnav: Ziya Taş Cihê jidayikbûnê: Sêrt Dayik-Bav: Fatîme-Mûsa Dem û cihê şehadetê: 17’ê Gulana 2020’an / Gabar |
Hevrêyê me Ziya Reşo sala 1992’an li Sêrtê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevrê Reşo hîn di zarokatiya xwe de şewitandina gundan û koçberkirin dît ku bi destê dewleta Tirk a dagirker hatin kirin. Ji hingî ve ji berxwedana PKK’ê hez kir. Hevrê Reşo pêkanînên cihêkar ên dewleta faşîst di dema xwendina zanîngehê de baştir dît û êdî fêhm kir ku têdikoşin nebe nabe, ji bilî berxwedana gerîla azadî pêk nayê û sala 2013’an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrê Reşo di heman demê de bi fedakarî û kedkariya xwe dihate naskirin. Di şerê dijî artêşa TC a dagirker de xwedî îradeyeke qewîn bû û pêşengî ji hevrêyên xwe re dikir, ji aliyê taktîkî ve xwe bi pêş ve dibir û di perwedekirina hevalên xwe de li ser îdeolojiya Rêbertî bûbû hevrêyekî me yên pêşeng ê hosta. Her wiha wezîfe û berpirsyariyên xwe bi rengekî profesyonel pêk anî.
Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Reşo yê şehîd bû serê gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be û em soz didin ku em ê têkoşîna dîrokî ya şehîdan bi ser bixînin.”