NAVENDA NÛÇEYAN
Di dîroka Dêrsimê de bi qasî îxanetên mezin, berxwedaniyê pir mezin jî derketine. Di îsyana 1938 li Dêrsim’ê bi hezaran gelê me hatiye qetilkirin û goçber kirin, gelek ji wan sirgûnê warên ne diyar bûne. Berpirsiyarê pergala xwînxwar, ne gotin zaro û zêc herkesê pêşberî xwe bi hovane dan qetilkirin. Gelê me yê ku maye jî, hat xwestin ji rastiya xwe û kesayeta xwe werin dûr xistin. Her tiştê xwe ji bîr bikin. Xwe bi nasnama Tirk nas bikin.
Li hember van nêzikatiyên hovanê û wehşet gelê me yê Dêrsimê, cardin bi dilê xwe yê paqij gel û kesayetên xwe dane afirandin. Her malbat û kesayetin bi hestên welatparêziyê dagirtî û vî rihî jiyan dike ev helwesta xwe bi hemû derdora xwe re da diyar kirin û di her demî de bi hestên herî mezin xwedî li şerefa xwe û welatparêziya xwe derket. Her hevalê ku tevlî refê azadiyê bû di van demê herî giran re derbas bûye. An jî, ji dayik, bavê xwe, ji mezinê xwe ev dîrok bihistiye û bi vî dilê tolhildanê hatiye dagirtin. Her zaroka ku li wî warê berxwedaniyê mezin bûye ne gengaze kû bêyî agahiya van bûyera mezin bûyibe. Ev hestin yên ku di temenê herî biçûk de herkes berê xwe dide qadên azadiyê û tola mirovahî, şerefa xwe rakin. Ev hestin yên ku bi hevala Newroz’re hemû zahmetî û zorî dane hembêzkirin û heta dawiyê bi armanca azadiyê ve dane girêdan. Hevala Newroz ji malbatek wisa bû. Keçek ji malbatek xwedî eşîr, di sala 1975 de li navçeya Dêrsim Mazgirê, li nahiya Akpazar’ê jidayik bûye.
Hîn di temenê gelek biçûk de bavê heval Newroz wefat dike. Bê bav mezin dibe. Heta dibistana lîse li dibistana Akpazar’ê dixwîne.
Ji ber di temenê xwe yê biçûk de bavê xwe wendakiriye bi birayê xwe re gelek girêdayî
- Cardin bi awayekî nazik û nazdar tê mezin kirin. Di dibistana lîse de Têkoşîna Azadiyê nas dike.Di dibistanê de şagirtê herî serkeftiye. Ji ber sekna xwe û fêhmdariya xwe di mal û dibistanê de rêzdariyek mezin digire. Piştî rastiya Têkoşîna Azadiyê nas dike demekê di nav karê civana de di xebit e. Di aliyekî ve di xwîne, di aliyê din de di xebite. Asta wê ya rêxistinî ji ber pir mezine hejmarê hevalên derdora xwe gelek zêde û bi hêz dike. Ji demekê û şûnde bi van xebata têr nabe û biryara tevlîbûna refê gêrila dide. Bi vê bîr û baweriyê di sala 1992 de bi hevde hevalê xwe re ji qada Dêrsim’ê tevlî dibe.
Bi tevlîbûna xwe re perwerda siyasî leşkerî dibîn e. Heyecan û xwesteka wê di perwerdê de, zindîbûna wê, dihêle di demek kin de veguhertinek mezin çêbike. Her çiqas di mal de delalî mezin bibû jî, bi tevlîbûna xwe ya rast dibe xwedî kesayetek dagirtî û pijandî.
Piştî perwerdê li hêviya erkdariya xwe dimîne. Ji bo wê ya girîng biryara rêxistinê ye.Ji ber vê yekê xwe ji bo hemû karê rêxistinî amade dike. Li gor wê biryara herî rast ya rêxistinê ye.
Di encam de ji bo herêma Pulumur’ê tê amadekirin û şandin. Rêheval Newroz li vir jî, bi heyecan û tevlîbûna xwe ya ji dil, di demek kin de fêrî jiyanê dibe. Di yekîneyê de gelek çalak tevlî dibe. Bê kêmasî tevlî hemû karî dibe. Di şer û jiyanê de dibe xwedî tecrûbeyên mezin. Di nav jiyanê de taybetmendiya wê ya baldar xwedî kesayeta gêhiştî û hêmin (agir başli) bû. Gelek cîdî bû lê ji henekê xwe yê jiyanê jî dûr ne diket. Henekê wê bi xwe siyasî û polîtîk bûn.
Taybetmendiya rêheval Newroz yek din jî, heskirina wê ji xwezayê re bû. Her sibeh zû radibû hem derdora xwe keşif dikir hem jî xweşikiya xwezayê ya sibehên zû temaşe dikir. Carna jî bi çar çava li bendewariya rojê ku ji pişt çiyayê Palanê derdiket dima. Carna bi herikandina Firat’ê re diçû. Hela carna dema dengê çûka dibihîst di dilê xwe de hestên cuda jiyan dikir. Xwe ji mêze kirina Minzûra jî kêm ne dihişt. Hela îro sekna Minzûr’ê ew dabû fikrandin. Her roj çiyayê Minzûr xwe bi bayê xwe yê hişk û zuha dida hesandin, lê îro hîn bi hêrstir bû. Weke tenê bûnek jiyan dikir. Xemgînî jiyan dikir.
Bi ya min be Minzûr çiyayek wisay e! Carna çar demsala dide jiyan kirin, hemû renga bi xwe re tîne. Hela carna ber bi êvarî di temaşekirina roja çûyî ava de xwezaya dewlemend…Derketina ser lûtkeya Minzûr’a û temaşekirina cîhanê hey e…Mirov, dibe mirovek din.
Çiyayê Minzûr’ê di dilê rêheval Newroz de text girtibû. Di nivîsek xwe de heskirina xwe ya Minzûrê wisa anibû ziman.
Dibe niha ji te dûr,
Rêze çiya hebin di navbera me de.
Lê Ferat’ê asê şahidê min be
Her tim li te digere çavên min.
Bi qasî xweşikiyê xwezayê temaşe dikir arazî jî xweş nas dikir. Bi demêre hakimiyetek mezin qezenc kiri bû. Bi vê taybetmendiya xwe hem hemû tevgera dijmin di şopand hem jî hemû aliyê xwezayê ji kûr de nas dikir. Ji ber bawer dikir, di nav şer de pêwîstiya bi her aliyê pêşketinê hebû bi van aliya xwe kiribû yek. Heskirina rêheval Newroz ya gel gelek cuda bû. Bi tevlîbûn, kesayeta têkoşervanî û zanebûna xwe di nav gel de bandorek mezin dida çêkirin. Ji ber van nêzîkatiyên wê jidil gel jêre digot ‘Gulasor’. Li hemberî gel ti carî ne di ket nav helwesta ne baş. Dema heval Newroz şehîd ket di nav gel de bandorek mezin da çêkirin. Bû mijara nîqaşa qehremaniyê. Her tim bi heskirin û nêzîkatiyê wê ji aliyê gel de hat bi bîranîn. Li pir mala wêneyê wê bi gula hat xemilandin û di qoziya malê ya herî xweş de hat bi cih kirin. Bi tevlîbûna xwe ya pêşketi, di demek kin de bû rêvebira mangê. Her erka bi ser de diçû, bi awayek serkeftî pêk tanî. Ti carî erkdariya xwe, sivik bi dest ne digirt. Nêrînê hemû hevalê xwe digirt û bi parvekirinek xweser rêhevalê xwe tevlî hemû biryara dikir. Biryara herî rast û dewlemend kîjanê ew lêkolîn dikir û pêk tanî.
Di şer û çalekiya de rola xwe dilîze. Her tim di êrîşa de cih digre. Di şer û jiyanê de gelek bi hêrse ji ber vê encamê karê xwe de serkeftinek mezin digre. Her tim di nav veguhertina kesayeta mezin deye. Bi taybet di aliyê kesayeta jin de veguhartinek mezin bi dest dixe. Di serî de di dîrokê de rastiya jin lêkolîn dike. Ketibû ferqa wenda kirina jin ya di dîrokê de. Bi taybet di dîroka Dêrsim’ê de her ku kûr dibû hêrsa wê ya têkoşînê hîn mezintir dibû. Ji ber vê yekê li gor rastiya Rêber Apo xwe di asta birdozî û dîrokî de hîn kûrttir dikir. Bi zanebûnek kûr di xwest taybetmendiyê jin ku bi wêre dide wendakirin yê ketibûn, bê mafiya jiyanê, feraseta çewt ya azadiyê derbas bike û xwe bighîne kesayetek azad. Ji bo van taybetmendiya derbas bike di keve nav keda mezin.
Xeyala rêheval Newroz ya herî mezin Rêber Apo dîtin bû. Nedîtina Rêber Apo û xwe ne gîhandina kesayeta ku tê xwestin bi wêre hîsa xwe kêm dîtinê dida pêşxistin. Di vê derbarê de her tim ev digot; ‘Wek jinekê, pêwîste ez rastiya xwe bibînim. Bi taybet pêwîste ez layiqê Rêber Apo bim. Bi her alî pêwîste ez wate bidimê û layiqê wî bim. Kengî ev taybetmendî di kesayeta min de hatin avakirin wê demê ez dixwazim Rêber Apo bibînim. Bi lewaziyên xwe ez nikarim derkevim pêşberî Rêber Apo.Di dawiyê de xwesteka min ya herî mezin Rêber Apo dîtin e’.
Bi tevlîbûna xwe ya jiyanê ev helwest û xwesteka xwe dida diyar kirin. Di derbarê girêdana bi Rêber Apo re xwedî keda herî mezin bû.
Li herêma Dêrsim’ê wê demê êrîşê dijmin gelek dijwar pêşdiketin. Her roj dijmin derdiket araziyê, carna pevçûnên qirik bi qirik di qewimîn. Rêheval Newroz di van pevçûna de her tim di eniya pêşde cih digirt. Bi demê re bê rahmiya şer di nav vê rastiyê de nas kir. Lê belê di van aliya de ti carî ne diket nav xwe xapandina. Şerê wê bi qasî aliyê pratîkî ew bi xwe jî xweşik dikir. Ji ber jiyan û şer bi hevdûre bi dest digirt. Êdî zivistan hatibû ber derî. Ji bo vê hin amadekarî pêwîst bûn. Lê ji ber hêzê wir gelek belav bûn, ev amadekarî hatibûn seknandin. Lê cardin berî demekê pêwîstiyê van amadekariya hebû. Herêma Dêrsim wê demê ji bo ragihandina agahiya kurye bi kar tanî. Taybetmendiya van kurya ya herî baldar, lezginiya wan bû. Di sala 1992 de roja înê rojek ji rojê ku tav li ber çava di teyisî de heval Newroz ketibû nav lebatek mezin. Di cihê xwe de ne di sekinî û ji vir diçû wir. Wek perperîkê li hewa difiriya di axifî. Ji bo çûyina erka kûryetî xwe amade dikir. Çeka wê di milê wêde hat manga me. Ji ber rêzdariya rêhevaltî em hemû rabûn ser pîya. Lê îro ji hemû roja cudatir bû. Axaftin û nêrînê wê cuda bûn. Porê xwe yê sor hemû top kiribû, xwe ji bo rêyek dûr amade kiribû. Bi xatir xwestina hemû hevala hestê rêhevaltiyek germ ji me hemûyan re hişt û çû.
Di çarê cotmehêde bi di hevalê xort re derin cihê randevûyê gundê Pulumur yê Saxlamtaş’ê. Weke di dîrokê de gelek îxanet hene, di vê rojê de jî îxaneta mezin jiyan dibe. Di encama îxbarekê de dijmin çar aliyê gund dorpêç dike. Dijmin li ser rêya wan kemîn datîne li bendewariya wan e. Bi ketina gund re nêzî qebrîstanê deng tê, Lê dibêjin qey gundîne û zêde girîngî nadinvan denga. Derin cihê randevû yê. Lê bêdengiya gund hema bala heval Newroz dikşîne. Her çiqas hin gûmana jiyan dike jî, ji bo rêhevalê xwe bi fikar neke dengê xwe dernaxe. Vê bêdengiya ji bo erka xwe ya mezin naxwaze bike asteng. Lê bi gîhandina cihê randevûyê re hema bi carkê re dibin gulebaranek gelek mezin de dimînin. Di gulebarana destpêkê de rêhevalê cem wê heval Bedrî û Sîdar şehîd dikevin. Ew bi xwejî gelek giran birîndar dibe xwe di pişt kevirekî de di parêze û şer dike. Li hember bangê radest kirinê heta dawiyê şer dike. Heta derengiya şevê ev şerê ku di dome dijmin ditirsîn e. Her dirûşma wê dijmin har dike. Dijmin wê şevê heta sibê di çepera de dimîne. Rêheval Newroz heta qurşûna xwe ya dawî şer dik e. Ber destê sibê dema cebilxana wê xelas dibe bi bomba xwe û bi dirûşma Bijî Rêber Apo rojek nû dide afirandin. Serî li hember şevên tarî radike, ronahiya roja azad bi xwe re tîne. Bi vê encamê dighêje şehadetê.
Şehadeta wê gel gelek bandor dik e. Her di çûyina gund de gel pirsiyariya rêheval Newroz ji me dikir. Di gotin Gulasor li ku ye û hemû heval di ber çava re derbas dikirin. Dema ew ne didîtin wek zaroka dest bi girî dikirin. Ji wê demê heta niha li Dêrsimê ew dever ji aliyê gel ve tê ziyaret kirin. Navê zaroka bi navê Newroz tê bang kirin. Dibe ku rêheval Newroz şehîd ket lê bi hezaran peyrevê Newroz derketin.