HPG’ê nasnameya 4 Gerîlayên ku li Îdirê Şehîd bûbûn eşkere kir

HPG’ê ya ku nasnameya 4 gerîlayên ku 8’ê Hezîranê li Îdirê şehîd bûbûn eşkere kir got: “Hevrêyên me Hejar, Mezlûm, Sarîna û Serhet, berxwedanekî destanî raberkirine.”

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên şehîd û nasnameyan ev agahî da:

“7’ê Hezîranê hêzên me li devera Kirê Sor ê girêdayî Başan a Îdirê rastî yekîneyên artêşa TC’ê hatine û li vir şer rû daye. Di şerê hêzên me derbên giran li dagirkeran da de, piştre artêşa TC’ê ya dagirker 8’ê Hezîranê saet 05:00’an li qadê dest bi operasyonekê kirine. Heman rojê heta saetên şevê di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî dijwar qewimiye. Di vî şerî de 4 hevrêyên me yên li dijî dijmin bi lehengî şer kirin şehîd bûne.

Nasnameya hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Hejar Agîrî
Nav û Paşnav: Vahît Çur
Cihê Jidayikbûnê: Agrî
Navê Dayikê-Bav: Necla – Bedîrhan
Cih û dîroka Şehîdbûnê: Îdir/ 8’ê Hezîrana 2020

Hejar – Vahît Çur

Nasnav: Mazlûm Serhat
Nav û Paşnav: Seyhan Taş
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayikê-Bav: Nedîme – Suleyman
Cih û dîroka Şehîdbûnê: Îdir/ 8’ê Hezîrana 2020

Mazlum – Seyhan Taş

Nasnav: Sarîna Şervan
Nav û Paşnav: Mehnaz Hasan Xelefo
Cihê Jidayikbûnê: Maku
Navê Dayikê-Bav: Zeynep – Hasan
Cih û dîroka Şehîdbûnê:: Îdir/ 8’ê Hezîrana 2020

Sarîna – Mehnaz Hasan Xelefo

Nasnav: Serhat Umut
Nav û Paşnav: Onur Yoruklu
Cihê Jidayikbûnê: Stenbol
Navê Dayikê-Bav: Latîfe – Alî Saît
Cih û dîroka Şehîdbûnê:: Îdir/ 8’ê Hezîrana 2020

Serhat – Onur Yoruklu

BERXWEDANEKÎ DESTANÎ RABER KIRIN

Dewleta TC a dagirker ku her demê bi êrîşkirina ser rûmet û nirxên menewî ya gelê Kurd, dixwaze hebûna gelê Kurd ji holê rake. Dewleta TC a qirker, bi desteka hêzên emperyalîst û hegomon bê ku hiqûqa nas bike, bi pêkanînên der mirovî bi her awayî dixwaze gelê Kurd qetil bike. Îro gelê Kurd di pencên qirkirinekî ku ti pîvanên mirovî li xwe nagire têkoşînê dike. Kadroyên pêşeng ê vê têkoşînê jibo têkoşîna rûmetê bidomînin û vîna hêviya vî gelê mezlûm ji nû ve zindî bike, canê xwe didin, lê dev ji berxwedan û rûmeta xwe bernaedan. Hevrê Hejar, Mazlûm, Sarîn û Serhat ên kadroyên pêşeng, xwedî li vê berxwedana rûmetê ya şehîdên leheng derketin û bûne pêşengên vê rêyê.

Hevrêyên me Hejar, Mazlûm, Sarîna û Serhet ên her yekê ji deverek Kurdistanê, lê zilim û cihêtiya li wan hate kirin yek bû. Li dijî pêkanînên dewleta Tirk a asîmlasyona li ser gelê Kurd û tinekirina hebûna wê, gihane wê rastiyê di nava PKK’ê de berxwedana tê jiyîn rêya dawî ya rizgariyê ye û tevlî gerîla bûne. Bi felsefeya Rêber Apo xwe kûr kirine, çi di jiyana gerîla û çi jî di şerê li dijî dijmin de bûne xwedî serketinên mezin. Li dijî hewldanên dewleta TC a hemû derfetên xwe sefer ber kiriye ku gerîla tine bike, hevrêyên em Hejar, Mazlûm, Sarîna û Serhet berxwedanekî destanî raberkirine.

Di serî de sersaxiyê ji malbatên hevrêyên xwe yên bi lehengî gihiştine şehadetê û hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin. Bi gihandina serketinê ya têkoşîna xwe soz didin ku em ê hestên wan her tim dibin jiyîn.”

 

Nivîsa Pêş