NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîdê YPS’ê Rêber Varto ji bo bîranîna Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Qasim Engîn rêze çalakî kirin.
Daxuyaniya yekîneya tolhildanê wiha ye: “Endamên Yekîneya Tohildanê ya Rêber Varto yê şehîdê YPS’ê ji bo bîranîna Endamê Komîteya Navenîd ya PKK’ê Kasim Engîn ê di êrîşa esmanî ya dewleta Tirk a 27’ê Gulanê de şehîd bûbû, li Semsûr, Stenbol û Aydinê çalakiyên tolhildanê kirin.
LI DIJÎ MÊTINGERÊN GEL ÇALAKÎ
9’ê Hezîranê endamê me li Çerxerêya Saet Kulesî ya Bûlvara Atatuk a Semsûrê li dijî pasaja Bahadir Hamamci ya hevkarên AKP’ê çalakiyeke sabotajê kirin. Xwediyê vê yê li gel AKP’ê hevkariyê dike heman demê xelefxuriyê jî dike û keda gel mêtinger dike. Ev cihê kar ê hate hedefkirin, beşekî mezin îmha bû, ziyanek mezin a madî gihişte hevkarên selefxur.
ZEVÎ Û WESAYÎTÊN HEVKARAN HATIN ŞEWITANDIN
Endamên yekîneya me 8’ê Hezîranê li Taxa Tepeçik a girêdayî navçeya Efeler a Aydinê zeviyên dexlûdan ên girêdayî kesên faşîst hatiye şewitandin. Di encama çalakiya hate kirin de bi dehan donim zeviyên genim şewitîn û bûn xwelî.
6’ê Hezîranê li derdora semta Goktûrk ê girêdayî naveçeya Eyûpsûltan a Stenbolê çêrgekeh û wesayîteke ya şexsên faşîst ên AKP/MHP’î çalakiyek kirine. Di çalakiyê de mera û wesayît hatiye rûxandin.
‘WÊ HESABÊ HER ÊRÎŞEKÊ BÊ PIRSÎN’
Dewleta TC’ê li çiyaên Kurdistan û bajaran bi hevkariya sîxûr-nokeran dixwaze faşîzma xwe bidomîne. Bi destê nokerên xwe firoş gerîlayên azadiyê şehîd dixin. Her êrîşa ku li ser hevkar û îxanetkaran tê kirin wê di serî de ji beşên sîxûr-noker bê xwestin bila her kes vê baş bizane. Li hember şehdkirina hevrê Kasim Engîn di çarçoveya pêngava tolhildanê ya li dijî mêtinger û nokeran hatiye destpêkirin, bersiva pêwîst bê wê dayîn. Em yekîneyên YPS’ê bang li hemû beşan dikin ku bi ruhê hevrê Kasim Engîn têkoşînê bilind bikin û pêngava tolhildanê mezin bikin.”