QENDÎL – Ji bo ku ciwan û welatiyên Binarê Qendîlê bikarin werzîş bikin û futbolê bilîzin li Binarê Qendîle ciwanan dest bi çêkirina saheyekê kir. Ciwanên bi Binarê Qendîlê bi alîkariya Ciwanên Welatpêz ên Kurdistanê dest bi çêkirina saheyê kirine. Ji bo çêkirina sahenyê ciwanan ji welatiyên Binarê Qendîlê hinek alîkarî kom kiriye. Şaredariya Gel a Binarê Qendîlê jî erd daye wan. Lê, alîkariya ku ciwanan kom kirî têra temamkirina saheyê nake. Lewma ciwanan dest bi kampanya alîkariyê kirin.
Di banga ciwanan de wiha tê gotin,”Em wek ciwanên gundê Şêxan yê Binarê Qendîl, em hewl didin saheya werzîşê çêkin. Ji bo gundê me û hemû gundê derdora me. Ne li gundê me ne jî li derdor saheya werzîşê nîn e. Me bi dest çêkirinê kiriye. Hinek kar hatine kirin, lê hinek jî ma ye. Ji ber pirsgirêkên aborî em nikarin kar hemû tamam bikin. Ji bo vî em bang dikin ku her kesê ku dixwazin alîkarî me bikin bi riya Ciwanî Welatparêz dikarin alîkariyê me bikin.”
Xebatên saheyê hîn didome. Cara yekeme ku ciwanên Qendîlê dest bi xebatekî wiha kirine. Kesên ku dixwazin alîkarî bikin dikare li ser van navnîşanên têkiliyê bi ciwanan re bikin û alîkariya xwe pêşkêş bikin.
07726810483