ÇEWLIG – Enstîtutiya Erdhejê û Rasatxaneya Kandîlliyê diyar kir ku saet di 17.24’an de li navçeya Kanîreşê ya Çewligê bi pileya 5,9 erd hejiyaye.
Hate diyarkirin ku erdhej 5 kîlometreyan kûr çêbûye.
Rasatxaneya Kandîliyê piştre diyar kir ku pileya erdhejê 5,8 e AFAD’ê jî diyar kir ku 5,7 e.
Amed û Erzirom jî ji ber erdhejê hejiyan.
Piştî erdheja pêşîn li Kanîreşê saet di 17.34’an de bi pileya 4,6 dîsa erd hejiya.