ÇEMÇEMAL – Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer (RJCT) ji bo piştgiriyê bide hunera jinê ciwan û wê bide nasîn, biryara vekirina pêşengehan ya li Çemçemal, Silêmanî û Helepce ya Şehîd girtibû. Di vê çarçoveyê de Jinên Ciwan, îro di saet 14:00’an de li navçeya Çemçemal a Silêmanî li Kafeteriya Malbenda Kulturî de pêşangeha xwe da destpêkirin. Pêşangeh, bi dirûşmeya “Bi çavê jinên ciwan, jin û Kurdistan” tê li darxistin.
Di pêşengehê de 36 wêne tên nîşandan. Wê li seranserê bajarên Başûrê Kurdistanê ev wêne bên nîşandan. Pêşengeh wê du roj bidome. Gelê herêmê û jinên ciwan eleqeyekî mezin nîşanî pêşengehê dan. Waliyê Çemçemalê jî serdana pêşengehê kir.
Jina Ciwan a bi navê Zeryan ku bi wêneya ku bi xwe xêz kiribû tevlî pêşengehê bûye, li ser pêşangehê wiha axifî: “Ji peymangeha hunerî ya Çemçemalê beşdarî pêşangehê bûme. Min di wêneyê xwe de min behsa hawara jinê kiriye.”
Jinekê din a Ciwan Kazîwa jî wiha axifî: “Ez ji peymangeha hunerî ya Çemçemal tevlî pêşangehê bûme. Min di wêneya xwe de behsa kamuflajkirina jinê kiriye. Di wêneya min de jin derd û kulê xwe vedişêre. Car bi riya makyajê, carina jî bi rêbazên cuda. Hêvîdar im ev pêşengeh her berdewam be.”
Di pêşengehê de li ser navê Jinên Ciwanên ên Têkoşer, Bêrîtan Zagros hem bi wêneyên xwe beşdarî pêşengehê bû hem jî li ser navê rêxistina jinên ciwan axifî û got: “Em bi armanca gihandina dengê jin ji bo tevahî Kurdistanê vê pêşangehê li dardixin. Di pêşengehê de li her aliyê reng û dengê jin heye. Hinek wêne qala dengê jinê dike, hinek bi çavê jin qala rastiyê dike û wêneyek jî behsa êş û kedera dayika şehîdan dike ku cenazeya kurê wê bi paket jê re hatiye şandin.”