Li Sîlîvriyê polîsên dagirker ên Tirk êrîş Welatiyan dikin!

Meşa Demokrasiyê ya HDP’ê li Stenbolê jî hate destpêkirin. Polîsan li Stenbolê jî meş asteng kirin. Polîsên dagirker li Sîlîvriyê êrîşê meşê kir û 5 kes destgîr kir.

STENBOL – Bi 36 wesayîtan ber bi Sîlîvriyê ve bi rê ketin. Li gorî agahiyan li Umraniyeyê bi hinceta kontrolkirina nasnameyan li Can Parkê pêşiya wesayîtan hate birîn.

Li Sîlîvriyê Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bûlût û Endamên Meclîsa Partiyê hatin ba hev. Polîsan xwestin li kafeyekê li nasnameya heyetê kontrol bikin lê parlementeran destûr nedan.

Parlementerên HDP’ê Farûk Gergerlîoglû, Zeynel Ozen, Mûsa Pîroglû û Hevserokên HDP’ê yê Bajêr Elîf Bûlût û Zeynel Avci li qadê ne.

Di navbera polîsan û heyetê de alozî çêbû. Polîsan li kafeyê êrîş kir, mase wergerand û rêveberên bajêr destgîr kir. Li gorî agahiyên pêşîn 5 kes hatine destgîrkirin.

Nivîsa Pêş