ÇEMÇEMAL – Di pêşengtiya Jinên Ciwan ên Têkoşer de li navçeya Çemçemal a girêdayî Silêmanî pêşangeha ku hatibû vekirin îro bi belavkirina Spasname bi dawî bû.
Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer, ji bo piştgiriyê ji hunera jinên ciwan û nasandina wê re, li Çemçemal di Kafeteryeya Malbenda Çandî de duh pêşangehek vekir. Pêşengeh bi dirûşma “Di çavên jinên ciwan de jin û Kurdistan” hate vekirin.
Pêşengeh du roj dewam kir. Di pêşengehê de 12 Wêneyên ku bi destê jinên ciwan hatibû çêkirin hate pêşandan. Pêşengeh bi merasîma belavkirina spasname bi dawî bû.
Di pêşengehê de 36 Wêne hat pêşandan. Pêşangeh ji aliyê jinên ciwan û gel ve rastî eleqeyeke mezin hat.