HEWLÊR – Îro di saetên êvarê de welatiyên Hewlêrê ji bo şermezarkirina êrîşên Tirkiye yên li ser Mexmûr, Şengal, Bradost, Qendîlê xwestin li ber avahiya NY kombûn, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin astengkirin.
Hêzên PDK’ê yên ne hiştin welatî dagirkeriya Tirk şermezar bikin, mûdexeleya xwepêşandanê kir û di encama destwerdanê de 24 kes binçavkirin.
Di nava kesên hatibûn binçavkirin de Endama Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê Mizgîn Arî jî hebû.
Li gorî gahiyên ku ji Nûnertiya HDP’ê hatiye girtin, li ser israr û hewldana wan welatiyên hatibûn binçavkirin, piştî çend saetan serbest hatin berdan.