ÇEMÇEMAL – Dewleta Tirk a dagirker li hember Şengal, Mexmûr û Başurê Kurdistanê di seatên şev de dest bi êrîşên hewayî kiribû. Li hember vî bi pêşengtiya Ciwanên Çemçemal li Parka Newroz daxuyanî hat dayîn. Di daxuyanî de sloganên, “Bimre îxanet”, “Yek e yek e Gelê Kurd yek e” hat avêtin. Daxuyanî ji alî Aran Eyup ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye;
“Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Başurê Kurdistanê şermezar dikin. Em van êrîşan li dijî Başurê Kurdistan dibînin û bi tu awayî qebul nakin. Her kes dizane ku li Başurê Kurdistanê rewşekî metirsîdar heye. Di her alî pirsgirêkên civakî, aborî, bêkarî zor bûye. Dewleta Tirk a dagirker bi hemû hêza xwe li ser tunekirina Kurdan û Kurdistanê dide kar kirin. Dewleta Tirk a dagirker sînorê Irakê nasnake û bi hezaran leşkerên xwe aniye. Em hêvîdarin ku van êrîşan bi hevkariya Hukûmeta Herema Kurdistanê pêk nayê û pêk neyê.