BEHDÎNAN – Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
“Hêzên me yên YJA Starê saet di 09:30’î de li herêma Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dagirkerên li ser girê Tepê Xwedê xistin. Derbên giran li çeper û stargerhên dijmin hatin xistin, hejmara leşkerên mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.
Hêzên me yên YJA Starê saet di 15:20’î de li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî dagirkerên li ser girê Xeregolê çalakiyek kirin. Derbên giran li çeperan hate xistin, hejmara leşkerên dijmin ên mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.
Hêzên me saet di 19:00 de li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî leşkerên dagirker ên li ser girê Şehîd Derwêş çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ku derbên giran li stargeh û çeperên dijmin hate xistin hejmara leşkerên mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.”
HPG’ê her wiha diyar kir ku 15’ê Hezîranê saet di 00:05’an balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li qada Deşta Kafya ya herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.
Hate ragihandin ku ji ber vê bombardûmanê tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.