BURSA – Milîsên Mahîr Ozgul (Doxtor) Tolhildan yên HBDH’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku ji bo bîranîna Kasim Engîn wana li hemberî makîneyên kar ên şîrketekî mezin a medenê ya dikeve navçeya Osmangazî ya Bursayê çalakiyek lidarxistine.
Milîsan di daxuyaniya xwe de bal kêşandin ser êrîşên bênavber yên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ya li ser axa Kurdistanê. Her wiha didin zanîn ku rejîma faşîst di hundur û derveyî welat çi qasî şoreşger, Kurd û sosyalîst hebin êrîşê wan dike û îmha dike. Dîsa di daxuyaniyê de dibêjin ku dewleta ku ti mafê mirovan nas nake, bêyî ku bêje ew zarok, jin, sivîl û pîr e, wana bombe û qetil dike.
Milîsên HBDH’ê di beşekî din a daxuyaniya xwe de bal dikêşînin ser asta dijminatiya dewletê Tirk û wiha didomîne: “Dijminatiyekî wisa ye ku qadên sivîlan, nexweşxane û goristanan bombe dikin. Rejîma faşîst a AKP-MHP ji bo ku pêşiya Têkoşîna Azadiya Kurd û şoreşa Tirkiyê bigire û tasfiye bike, her cure êrîş û komkujiyan pêk tîne. Divê ev were zanîn ku emê ti carî serê xwe netewînin. Û emê bê navber têbikoşin.
Hemû hevkarên faşîst yên ku alîkariya madî didin wê şerî di wan komkujiyan de destê wan heye, şîrket û faşîstên ku keda bi hezaran karker û kedkaran dixwe û li ser keda wan dewlet û sermayeya şerê wî temîn dikin bila dest ji şirîkatiya bi wê şer û komkujiyan berde.
Tu hêz nikare mîrateya berxwedanê ya karker û kedkaran biqedîne, çawa ku di berxwedaniya karkeran a 15-16’ê Hezîranê de kedkaran têkoşîn kir, îro jî emê bibin dengê hemû bindestan, yên tine tên hesibandin û hatine qetilkirin û emê li pey wan patronên berjevendiyê bigerin.
Milîsên Şehîd Mahîr Ozgul (Doxtor) Tolhildan yên HBDH’ê di 15’ê Hezîranê li navçeya Osmangazî ya Bursayê li hemberî makîneyên kar (ROK) ên şîrketekî mezin a medenê çalakiyek kirine. Di encama wê çalakiyê de ew makîneya kar ya ayîdê şîrketa faşîst şewitiye û bûye xwelî, zirara 1.5 mîlyon TL gihîşte şîrketê.
Makîneya kar ya ku li wê herêmê dişuxile ayîdê şîrketa ORTAŞ e. Ew şîrket û xwediyê wê bi nêzîkbûna xwe ya bi dewlet û rejîma AKP’ê re tê naskirin û bi pereyên ku li ser keda bi hezaran karkeran qezenc dike destekê dide aboriya şerê rejîma faşîst. Hemû patronên berjevendiyê, hevkarên sermayedar û faşîstan hişyar dikin. Heya ku hûn bibin şirîkê wê şer û komkujiyan, hûnê di hedefa milîsên me yên tolhildanê de bin.
Ew çalakî weke bersivdayîn û ji bo bîranîna endamê Komîteya Navendî ya PKK heval Kasim Engîn ku di 27’ê Gulanê şehîd bûbû hatiye lidarxistin.”