NAVENDA NÛÇEYAN
Rejîma faşîst a Erdogan- Bahçelî şerê cîhanê yê sêyan ku bi navenda herêmê tê jiyîn li dijî Kurdan kiriye şerê qirkirinê. Rejîma nîjatperest û faşîst bi qirkirina Kurdan plana Mîsak-î Mîllî daniye. Tevgerên dagirkirinê yên rejîma faşîst a li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê rengê bicihkirina plana Mîsak-Î Millî ye. Rejîma faşîst dixwaze Rojava û Başûrê Kurdistanê bike qada berbelavbûnê ya netewayatiya Tirk. Guherîna demografiyê ya li Efrîn, Serêkanyê, Girê Spî yên ku hatine dagirkirin, qedexekirina zimanê Kurdî, komkujiyên ku bûne rûtîn, gavên pratîk in ku dixwazin Rojava- Bakurê Sûriyê tevlî nav axa xwe bikni. Eynî hal li Başurê Kurdistanê jî tê jiyîn. Rêvebriya Başûr li qada Bradostê bi dehan gund û bajarok bi hêviya dagirkeriya Tirk a nîjatperest ve hiştine.
Bêguman mirov nikare dagirkeriya li ser Rojava û Başûr bixe eynî mêzînê. Li Rojava li dijî dagirkeriyê berxwedaniyeke pir mezin hate kirin. Bi hezaran şervan û mirovên sivîl şehîd bûne û birîndar bûne. Ji heft salî heta heftê salî gelên Rojava-Bakur-Rojhilatê Sûriyê rabûne ser xwe, li ber xwe dan. Ev berxwedan didome. Lê mixabin li Başûr ev nebû .Li Brdostê û li deverên dî yên Başûr, li ser xeetên sînoran tenê gerîlayan li ber xwe dan. Li deverên ku dagirkerî pêk hatî gel bêguman helwesta xwe nîşan da. Berxwdaniya Şeladizê pêk hat. Li gel bombebaran giran jî mirovan gundê xwe bernedan, li ber xwe dan. Bi dehan sivîl hatin qetilkirin. Gelê me yê Başûr li dijî dagirkeran xwdî helwestekê bû, lê ev berxwedan ne weke bi rengê li Rojava geş dibe.
Divê mirov sedemên berbelavbûna berxwedana civakî a li dijî dagirkeriyê baş fêhm bike. Em pir baş pê dizanin ku gelê me yê Başûr li dijî dagirkeriya Tirk in, li dijî dagirkeriyê bi hêrseke mezin in. Lê ev hêrs çima naqulibe ser berxwedaniyeke giştî ya civak a li dijî dagirkeriyê? Sedem diyar e. Rêveberiya Başûr asteng dike ku ev hêrsa civakî biqulibe ser berxwedanê, helwesta gel diçewisîne. Siyaseteke ku dagirkeriya Tirk meşrû dike rê ve dibe. Ev polîtîkaya Başûrê Kurdistanê zirareke mezin dide gelê me û her wiha ti feydeya vê polîtîkayê ji wan bi xwe re jî nîne. Ev polîtîkaya rêveberiya Başûr dewleta Tirk zêdetir wêrek dike û rê li ber berfirehbûna dagrkeriyê vedik. Rêveberiya Başûr bi bi polîtîkaya ku hêzê dide dagirkeriyê, rê li vê vedike li ser destkeftiyên Başûr talokeyan çêdike, meşrûiyeta wê qels dike û ziyanê dide îmaja wê.
Dewleta Tirk a nîjatperest û hikûmeta berdest a faşîst, dijminê sereke yê gelê Kurd e. Bi êrîşên qirker ên ku tînin ser Kurdan faşîzmê li ser piyan dihêlin. MÎT û leşkerên dewleta Erdogan-Bahçelî li bajar û herêmeke Tirkiyê çawa bi rehetî tevbigerin bi wê rehetiyê li Başûrê Kurdistanê jî digerin. Rêveberiya Başur berevaniya MÎT’ê û leşkeran dike.
MÎT’a Tirk li nav gelê Başûr xebateke sîxûriyê dimeşîne. Vê jî bi desteka rêxistinên îstîxbarî yên Başûr dike. Li hin deveran bi qedroyên îstîxbaratê yên Başûr ji bo ku ciwanên Kurd nêçîr bike, dixebite. Bi dehan gerîla û fermanarên gerîla bi xebatên hevkar ên rêxistinên îstîxbaratê yên bi MÎT’ê re şehîd bûne. Şoreşgerê mezin Qasim Engîn jî, ku 27’ê Gulanê li qada Bradostê şehîd bûyî, bi hevkariyeke wiha bi alçaxî şehîd bûye.
Qasim Engîn şoreşgerekî mezin bû ku jiyana xwe dabû têkoşîna ji bo azadiyê, da bû têkoşîna dijî dijminê qirker û dagirker. Li dijî xeta îxanetê û nokeriyê bi nefret têkoşiya. Ji bo yekîtiya netewî ya gelê Kurd bi şev û roj xebitî. Qasim Engîn li ber yekîtiya netewî astenga herî mezin weke xeta îxanet-nokeriyê dît. Şehîdbûna Qasim Engîn li dijî dewleta Tirk a mêtinger û dagirker û li dijî nokeran sedema raperîneke netewî ya giştî ye.
Gelê me divê li bîranîna Qasim Engîn xwedî derkeve. Li Başûrê Kurdistanê û li her deverê bi geşkirina berxwedaniya dijî dagrikeriya Tirk, bi hilqetandina dagirkeran a ji Kurdistanê mirov dikare li bîranîna Qasim Engîn xwedî derkeve. Li Başûrê Kurdistanê gelê me li dijî dagirkerî û mêtingeriya Tirk divê mirov têkoşînê geş bike. Divê damarê jiyanê yên wan nokerên ku bi dewleta Tirk a qirker-dagirker re hevkariyê dike û zarên herî hêja yê vî gelî di ber sê qirûşan de qetil dike, werin ziwankirin. Divê mafê jiyanê mirov nede van tîpên xayin û alçax. Gelê me li dijî hişmendiya ku qirkirinê meşrû dike, rê li ber komkujiyan vedike têkoşînê geş bike, bang li her kesî bike ku li ser hîmê berjewendiya netewî bibin yek.
BERÇEM JIYANE AXPAR
Çavkanî: ANF