KCK: Em li ber êrişên qirker rabin, têkoşînê mezin bikin

KCK li ber êrişên qirker ên li ser Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê rabû û bang li Kurdan û hêzên demokrasiyê hemûyan kir ku li ber êrişên mêtinger qirker rabin û têkoşînê mezin bikin.

BEHDÎNAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk a faşîst mêtinger qirker bi dehan balafirên şer êriş bir ser Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê û destnîşan kir ku mîna DAÎŞ’ê sala 2014’an li her cihî êriş bir ser gelê Kurd, dewleta Tirk jî niha heman tiştî dike.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Bi van êrişan re dewleta Tirk careke din nîşan daye ku dijminê Kurdên azad û xwedî îrade ye. Ji xwe her roj nîşan dide ku bi çi rengî dijminê Kurdan e. Ji bo dewleta Tirk ti ferq û cudahî di navbera gelê Şengalê yê bûye hedefa êrişên qirker ên DAÎŞ’ê, gelê Mexmûrê yê ku kampa wan a penaberan ji aliyê DAÎŞ’ê ve hate dagirkirin, HDP û gerîla nîne. Her Kurdên ku dixwazin bi çand, ziman û nasnameya xwe bi rengekî azad û demokratîk bijîn ji bo wan dijmin e. Ji ber ku dixwaze netewetiya Tirk a li ser qirkirina Kurdan li her devera Kurdistanê belav bike.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

‘YÊN KU ÊRIŞ PEJIRANDIN, PIŞTGIRÎ DAN Û JI NEDÎTÎ VE HATIN, HEVKARÊ QIRKIRINÊ NE’

“Ev êrişên dewleta Tirk êrişên ji polîtîkaya qirkirina Kurdan e. Ji ber vê yekê her hêza siyasî, derdor û kesên ku ev êriş pejirandine, destek dane û ji nedîtî ve hatine hevkarê vê qirkirinê ne. Ji qada hewayî ya herêmên êriş lê hate kirin Hêzên Koalîsyonê yên bi serkêşiya DYE’yê û dewleta Iraqê berpirsyar in. Dewleta Iraqê ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve di fermiyetê de yekser berpirsyar e, lewma bêhelwestiya li hemberî êrişê nîşan dide ku Iraqê êriş pejirandiye. Tê fêhmkirin ku di navbera Iraqê û TC’ê de li ser Kurdan lihevkirineke berjewendiyan heye. Li hemberî êrişa li ser gelê sivîl ên li Şengal û Mexmûrê helwesteke xurt nîşan neda û şermezar nekir, ku ev yek jî nîşan dide; dewleteke ku xwedî li gelê xwe yê jê berpirsyar e dernakeve.

Hêzên koalîsyonê yên bi serkêşiya DYE’yê jî bi pejirandina van êrişan re bûne hevkarê qirkirina Kurdan. Tirkiye endametiya xwe ya NATO’yê û têkiliyên xwe yên bi van welatan re ji bo qirkirina Kurdan bi kar tîne. Ev hêz jî bûne hevkarê qirkirina Kurdan. Gelê me wê vê polîtîkaya van hêzan ji bÎr neke, wê van hêzan û dewletên bûne hevkarê qirkirina Kurdan di wijdanê gelan û li pêşberî dîrokê bên darizandin. Dibe ku ew dibêjin ku darizandina ji ber berjewendiyan a li pêşberî dîrokê wateya xwe nîne. Lê belê hevkariya li qirkirina gelê Kurd ku gelekî mezlûm e, polîtîkayên wan ên li rastiya gelê Rojhilata Navîn û li rastiya mirovahiyê nayên, wê bike ku ne tenê ji aliyê însanî her wiha ji aliyê siyasî ve jî bên cezakirin.

PDK Û YNK JÎ BERPIRSYAR IN

PDK û YNK jî ji van êrişan berpirsyar in. Dibe ku di fermiyetê de qada hewayî di kontrola hêzên Iraqê û koalîsyonê de be. Lê belê ev êriş li ser qada hewayî ya Kurdistanê dibin, bi bikaranîna qada hewayî ya Kurdistanê tên kirin. Lewma ji aliyê siyasî û exlaqî ve berpirsyariya wan e ku li ber van êrişan rabin. Bêdengiya wan a li pêşberî van êrişan wan dike hevkarê van êrişên qirkirinê. Destê wan jî tevlî xwîna Kurdan bûye. Rabûna li ber êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê li aliyekî, bêdengiya wan a li pêşberî êrişên li ser Şengal û Mexmûrê wan dike hevkarê êrişê.

Nedîtina dijminatiya dewleta Tirk a li Kurdan, nedîtina êrişên dewleta Tirk ên li dijî hemû Kurdan, ji bo her hêzeke siyasî ya Kurd tê wateya çavgirtinê. Dewleta Tirk êrişên xwe dispêre nêzîkatiyên van hêzan, bi vî rengî rewa dike û didomîne. Di demekê de ku li Rojhilata Navîn hevsengiyên nû yên siyasî ava dibin û dema ku Kurd bibin yek wê destketiyên mezin bi dest bixin, eger partiyên siyasî yên Kurd vê rastiyê nebînin wê bikevin nava xefleteke mezin. Ev yek jî wê were wê wateyê ku firsendên mezin ji dest biçin.

LI HER CIHÎ DIVÊ LI BER ÊRIŞAN RABIN, BEND BÊN DANÎN

Eşkere ye ku li çar parçeyên Kurdistanê gelê me li ber van êrişên qirker radibe û ji ber van êrişan gelekî bi hêrs e. Gelê Kurd divê li her devera ku lê ne li ber êriş û dagirkeriya dewleta Tirk rabe û bendan deyne pêşiya van êrişan. Helweesta gelê Başûrê Kurdistanê, saziyên demokratîk, jin û ciwanên wê erênî ye. Dema ku ev helwest li dijî dagirkeriyê û êrişan bêhtir xurt bû, hingî wê bibe hîmê bingehîn ê pêşîgirtina li van êrişan. Ne tenê hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û dewleta Iraqê di heman demê de wê bike ku hêzên koalîsyonê yên hevkarê van êrişên qirker in, helwesta xwe di ber çavan re derbas bikin.

Ya ku dewleta Tirk ewqasî dîn û har kiriye, rêxistiniya gelê Kurd a li her cihî û têkoşîna demokrasî û azadiyê ya li ser bingeha vê têgihiştinê ye. Rabûna gelê Kurd weke mirina polîtîkayên qirkirinê dibîne, ji ber vê yekê êrişê dibe ser Kurdên zane û rêxistinbûyî yên ji bo jiyana azad, demokratîk têdikoşin, êrişê dibin ser destketî û rêxistiniya Kurdan.

Em bang li Kurdan, dostên Kurdan, hêzên demokrasiyê dikin ku li ber van êrişên qirker mêtinger rabin, hêzên demokrasî û azadiyê biparêzin, ji bo hilweşandina sîstemên despotîk, qirker û paşverû yên li Rojhilata Navîn têkoşînê mezin bikin.”

Nivîsa Pêş