KCK: Heta ku bi fermî ji gelê Kurd û PKK’ê lêborîn neyê xwestin ev doz divê neyê girtin!

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê lêpirsîna li ser Olof Palme ya ku 34 sal şûnde hate girtin, got ku “Heta ku ji gelê Kurd û PKK’ê lêborîn neyê xwestin ev doz divê neyê girtin” û xwest ku divê bi fermî lêborîn were xwestin.

KCK’ê diyar kir ku girtina dosyayê ji bo gelê Swêdê ‘helwesteke rûmetşikên e’ û ji bo gelê Kurd jî tê wateya bêdaletî û bêhurmetiyê.

KCK’ê got, “Dewleta Swêdê dema ku cînayata Palme xiste stûyê PKK’ê divê bibîne ku xerabiyeke mezin kiriye û xisareke mezin daye vî gelî. Divê Swêd bi awayekî fermî lêborînê bixwaze.”

‘XISAREKE MEZIN DA TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA GELÊ KURD’

Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Hate diyarkirin ku dosyeya cînayeta li ser serokwezîrê berê yê Swêdê Olof Palme hatiye girtin. Bi vî awayî wekî cînayeteke kujerên wê ne diyar kete dîrokê. Di heman demê de wekî belgeyeke şermê ye jî. Neditîna kiryarên vê cînayetê di serî de ji bo gelê Swêdê wê wekî rewşeke rûmetşikên û travmatîk were bibîranîn. Dîtina kujerên vê cînayetê hate astengkirin û di dawiya dawîn de jî dosye hate girtin.

Piştî cînayeta li ser Olof Palme PKK hate sûcdarkirin û şopandin. Li hemû dinyayê li dijî PKK’ê kampanyayek hate kirin. Bi vê bûyerê re hewl hate dayîn PKK wisa nîşan bidin ku rêxistineke terorîst e û kesên demokrat dike hedef. Ev kampanya hate astekê gihişt hedefa xwe jî. Bi vî awayî ne bi tenê PKK, hemû Kurd xistin bin tometê. Bi vî awayî xisarên mezin dan têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd.

ÇIMA PKK KIRIN HEDEF?

Olof Palme siyasetmedarekî wisa bû ku bi demokratî û helwesta xwe ya humanîst dihate naskirin. Siyasetmedarekî wisa ji aliyê gladyoya NATO’yê wekî xetere hate dîtin. Di wê demê de wî têkilî û welat û serokên siyasî yên di hedefa NATO’yê de datanî. Di wê demê de vî polîtîkaya wî, ji aliyê NATO’yê ve wekî bandoreke ku têkoşîna gladyoya NATO’yê ya li dijî sosyalîzma reel qels dike, dihate dîtin. Ji bo PKK li Tirkiyeyê dest bi têkoşîneke neteweyî ya rizgariyê neke, ku Tirkiye çepereke pêş a NATO’yê ya li dijî Sowyetan e, bûyera kuştina Palme xistin stûyê PKK’ê. Ji ber ku xwestine Tirkiye neyê qelskirin û ketine nav helwesteke ku li dijî PKK’ê. Ji bo ku pêşiya meşrûiyet û pêşveçûna têkoşîna PKK’ê were girtin, xwestine vê cînayetê têxin stûyê PKK’ê. Gladyoya NATO’yê bi vê cînayetê re xwestiye çend hedefên xwe bi dest bixe.

GLADYOYA NATOYÊ EV CÎNAYET KIR

Gladyoya NATO’yê di wan deman de di nav hemû rêxistinên îstîxbarayê yên welatên endamên NATO’yê de xurt bûn. Cînayeta Palme jî ji aliyê yekîneyên gladyoya di nav rêxistina îstîxbaratê ya Swêdê de hatiye amadekirin. Ev îddîa gelek caran hatibe diyarkirin jî li ser wê nehate sekinandin. Her carê wekî ku tê lêkolîn hate nîşandan jî lê ev tişt ji bo eglekirinê kirine. Di dawiyê de jî dosye hate girtin.

GIRTINA DOSYEYÊ JI BO GELÊ SWÊDÊ HELWESTEKE RÛMETŞIKÊN E

Girtina vê dosyeyê di serî de ji bo gelê Swêdê, ji bo demokrat û sosyalîstên wê jî helwesteke rûmetşikên e. Ronînekirina cînayeta li ser serokwezîrê Swêdê yê ku gelekî jê tê hezkirin, li hemberî îradeya gel jî bêhurmetî ye. Divê gelê Swêdê û demokrat vê rewşê qebûl nekin û ji bo ronîkirina vê cînayetê divê mudaxeleya pêwist bikin. Nedîtina kujerên vê cînayetê li hemberî siyasetmedaran neheqî ye û tê wateya ku xwedî li wan nehatiye derketin. Em bawer in di serî de gelê Swêdê wê hêzên demokratîk ên li Ewropayê vê rewşê qebûl nekin û vê dozê bişopînin.

LI HEMBERÎ GELÊ KURD JÎ BÊEDALETÎ Û BÊHURMETIYEKE MEZIN HATE KIRIN

Girtina dozê li hemberî gelê Kurd jî tê wateya bêedaletî û bêhurmetiyê. Ji ber vê cînayetê gelê Kurd bi salan di bin tometê de ma. Dema qala vê cînayetê dihate kirin, gelê Kurd dihatin bîra wan. Di warê de manewî de li ser gelê me xisar çêbû û tevgera azadiyê jî xisareke mezin dît. Piştî cînayeta Palme PKK jî xistin lîsteya rêxistinên terorîst. Bûye tiştekî normal ku PKK wekî rêxistineke terorîst îlan bikin. Di vî warî de berpirsariyeke mezin a dewleta Swêdê heye ku dixwaze vê cînayetê têxe stûyê PKK’ê.

HETA JI PKK’Ê LÊBORÎN NEYÊ XWESTIN EV DOSYE NAYÊ GIRTIN

Ji ber vê jî heta ji gelê Kurd û PKK’ê lêborîn neyê xwestin nabe ku ev doz were girtin! Divê derkeve holê ku çawa xisar dane gelê Kurd û têkoşîna azadiyê. Divê ji gelê Kurd û PKK’ê lêborîn were xwestin.

Tu sûc ne bi qasî vî sûcî giran e ku xisarê bidin têkoşîna azadiyê ya gelekî û wekî kujer wê bidin nîşandan. Lêborînek jî nikare xisara gelê Kurd bi paş ve bîne. Lê divê gelê Kurd ji bin vê tometê were rizgarkirin û derkeve holê ku xisareke mezin dane vî gelî. Ev şertê mirovbûn û demokratbûnê ye. Sûcdarî û tometa li ser gelekî di bin qirkirinê de ye û têkoşîneke azadiyê bi qasî sûcê qirkirinê giran e. Divê dewleta Swêdê bi awayekî fermî lêborînê ji PKK’ê bixwaze û bibîne ku dema ev cînayet xistine stûyê PKK’ê xerabiyeke çiqasî mezin kirine. Bi taybetî jî divê were dîtin ku kuştina siyasetmedarekî ku dostên Kurdan bû, rewşeke çiqasî giran e û divê lêborîn were xwestin.

JI BO RONÎKIRINA CÎNAYETÊ EM Ê TÊBIKOŞIN

Em careke din cînayeta li ser Olof Palme şermezar dikin û em sozê didin ku bi ronîkirina cînayeta li ser wî em ê bersivê bidin qetilkirina wî. Wê gelê Kurd dev ji vê cînayetê bernede û ji bo ku derkeve holê wê têbikoşe. Wê derkeve holê ku hemû cînayet û sûcên Gladyoyê çima û çawa kiriye. Hewldan û têkoşînên wisa parçeyekî têkoşîna azadî û demokrasî ya mirovayetiyê ye. Heta ku ev cînayet neyên ronîkirin û berpirsên wê di wijdanê gelan de neyên darizandin, jiyana azad û demokratîk a mirovayetiyê mayînde nabe.

Em bang li gelê Swêdê, gelê Kurd û demokratan dikin ku bila berpirsên vê cînayetê derxînin holê û em Olof Palmeyê demokratîk û humanîst bi bîr tînin.”

Nivîsa Pêş